'Divê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê bê zêdekirin'

  • 15:31 27 Tebax 2023
  • Çand û Huner
 
ŞIRNEX - Wezareta Tenduristiyê di pergala e-reçeteyê de cih da 5 zimanan lê kurdî di nav de nîne. Baroya Şirnexê bertek nîşan da û wiha got: “Tu hincetekî vê ya hiqûqî nîne û ji hiqîqetê dûr e. Divê tavilê kurdî jî lê were zêdekirin.” 
 
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku li e-reçeteyê 5 zimanên din hatine zêdekirin. Zimanên inglîzî, almanî, erebî, fransî û rûsî li pergalê hatine zêdekirin lê kurdî nehat zêdekirin. Vê yekê jî rê li ber bertekan vekir. Baroya Şirnexê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku kesek nikare pêşî li mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê bigire.
 
Baroyê diyar kir ku zimanê kurdî ku zimanê dayikê yê welatiyên kurd e û beşeke mezin a nifûsa welêt bi zimanê kurdî diaxive. Baroyê wiha domand: “Tevî vê yekê jî zimanê kurdî li pergala E-REÇETEM’ê nehatiye zêdekirin. Her çend ku 5 ziman li sîstema E-REÇETEM a Wezareta Tenduristiyê hatibe zêdekirin jî lê zêdekirina zimanê kurdî lê nehat zêdekirin. Tu hincetên vê yên hiqûqî nîne û ji edaletê dûr e. Kesên ku li welatê me tenê dikarin bi kurdî biaxivin, di warê tenduristiyê de mafê wan hatiye binpêkirin.” 
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Berpirsyariya Wezareta Tenduristiyê ku hemû gel mîna hev bikarin ji mafê tenduristiyê sûd bigirin. Divê wezaret bi awayekî wekhev nêzî hemû welatiyan bibe û bi vî awayî xizmetên tenduristiyê pêşkêş bike. Ji bo hin kes mafê xwe yê tenduristiyê bikar bîne bi zimanê dayikên wan derfetê didin lê ji hinek kesan re ev derfet nayê dayîn. Ev nayê qebûlkirin. Ji ber van sedeman divê bi lezgînî zimanê kurdî li pergala E-REÇETEM a Wezareta Tenduristiyê bê zêdekirin. Di vî warî de ji aliyê baroya me ve serlêdana fermî ji Wezareta Tenduristiyê re hatiye kirin û dê pêvajo ji aliyê baroya me ve bê şopandin û raya giştî bê agahdarkirin.”