Piştî mişextkirinê jî da pey çanda xwe

  • 09:03 26 Tebax 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - Wênesaz Melek Demîr a ku yek ji kurdên Anatolyaya Navîn e, di heman demê de mamostetiya pêşdibistanê kiriye û ev 7 sal in hatiye îxraçkirin. Meleka ku beriya du heftayan li nav Sûrê kargehek vekir, bi çanda xwe xebatên xwe didomîne.
 
Gelê kurd ev bi salan e tên mişextkirin û ji çanda xwe tên dûrxistin. Melek Demîr jî yek ji wan kurdan e û ew kurdeke Anatolyaya Navîn e. Melek Demîr beriya du heftayan li nav Sûrê kargaheke wêne, dirûn, dizayn û xişiran vekir. Meleka ku bi malbatî ji welatê xwe hatine mişextkirin, hunera xwe li ser çanda xwe ya ji wê re hatiye qedexekirin re ava dike.  Her wiha bi vekirina kargeha Melekê re hejmara kargehên jinan a li nav Sûrê derket 3'yan.
 
Li welatekî xerîb ji çanda xwe dûr ketiye
 
Melek Demîr a ku li Kirşehîrê hatiye dinê, kurdên li Anatolyaya Navîn e. Melekê diyar kir malbata wê mişextî Kirşehîrê bûne û destnîşan kir ku ji bo kurdbûna xwe zehmetî kişandine. Melekê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min wek kurdek li Kirşehîrê zehmetî  kişand. Li wê derê ziman û çanda kurdî asîmîle bûye. Ez mamosteya pêşdibistanê me. Ev 7 sal in ez ji pîşeya xwe bi qanûna 672'yan hatim îxraçkirin. Di 1'ê Îlonê de wê bibe 8 sal. Pêvajoya dozê hê berdewam dike. Di navbera doza ku 7 sal in didome de ez bi gelek karan re mijûl bûm. Di gelek qadan de min xebat meşand, yek ji wan jî huner e. Di nav hunerê de jî bi taybetî bi wêneyan re mijûl dibim. Wêneyan ji biçûktiya min de bala min dikişandin. Ez demekê bi hewesdarî pê re mijûl bûm û piştre min biryara hatina Amedê da. Piştre min serlêdan ji bo beşa mamostetiya wêneyê kir û min qezenc kir. Ez nû mezûn bûm. Min dixwest ku ez di qada hunerê de xwe pêş bixim û ji bo vê jî gava min a ewil vekirina vê atolyeyê bû. Demek dirêj bû min ev tişt dixwest. Min dixwest ez cihekî ku jê hez bikim û pê dilşad bibim ava bikim. "
 
Naveroka kargehê
 
Melekê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ji xeynî wênesaziyê bi gelek karên destan re jî mijûl dibe. Melekê daxuyand ku ew karê dirûnê, dizaynê jî dike û di atolyeya xwe de jî cih dide wan. Melekê da zanîn ku di kargeha xwe de ji 4 hêlan tiştên ku çêkiriyê dide pêşandan û wiha behsa naveroka kargeha xwe kir: " Ev kargeh hem ji bo hilberîna tiştên ku bi keda destan çê dikim hem jî ji bo peşangehan hat vekirin. Li Tirkiyeyê huner gelek hêdî pêş dikeve. Ez wek perwerdekarek bi perwerdeyê re bawer im. Ji ber vê yekê min ev atolye vekir. Ez ê kaxizekî li ber deriyê kargeha xwe bixim û bila mirovên ji ber deriyê kargeha min derbas dibin, liser wê kaxizê çi dixwazin xêz bikin. Ez dixwazim gel ji hunerê dûr nemîne. Ez dixwazim ji xeynî kargehên wêneyê jî bila mirov bên û çi ji dilê wan derbas dibe xêz bikin. Bêjin ez dixwazim xêz bikim. Di destpêkê de kargehên wêneyê wê bên lidarxistin. Piştre kargehên mûmê, seramîkê jî dê bên lidarxistin. Her wiha çenteyên bi destan tên çekirin di peşangehê de wê cih bigirin. Çenteyan jî ez didirûm û di ser de jî mirov çi bixwazin wan xêz dikim."
 
'Çanda xwe esas digirim'
 
Melekê daxuyand ku li gorî wê huner sîtava hestên ku di hundirê mirov de tên afirandin e. Melekê da xuyakirin ku hestên di hundirê mirov de tên afirandin jî xwe ji bo çand, serpêhatî û jiyînê ava dikin. Melekê anî ziman ku hestên di hundirê wê de xwe heyî kirine û bajarê tê de jiyaye cuda bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Li Kirşehîrê li hember me nêzîkbûnek cuda hebû. Hatina min a Amedê ji bo  naskirina çanda min bû. Ji wêneyên xwe jî vê nîşan didim. Bi taybetî xalên bi kevneşopî xêz dikim. Wêneyên xwe ji xêzên azad re xêz dikim. Ji ber ku ez di nav gera azadiyê de me. Navê tabloya ku li paş min tê xuyakirin Amargiyê û nîşandana azadiyê ye. Ez azadiyê, wek vegera jinê disêwirînim. Azadî têgiheke gelek berfireh e û ji bo çandê jî tê xwedîkirin. Ez dixwazim vêguhêziyekê bi çanda xwe bikim. Her wiha hunera cîhanê jî dişopînim lê belê her çiqas bişopînim jî çanda xwe esas digirim. "
 
'Ez dixwazim hunerê di nav civakê de belav bikim'
 
Melekê bal kişand ser jinên Rojhilata Navîn û diyar kir ku jiyana li Rojhilata Navîn gelek dijwar e. Melekê da xuyand ku êrîşên li dijî zarok, jin, ajalan û di ser de jî bêcezahiştin heye. Melekê destnîşan kir ku ew hem wek jinekê û hem jî wek hunermendekê zehmetiyan dikşîne. Melekê wiha bi lêv kir: " Huner jixwe di hundirê xwe de zehmetiyê dihewîne. Jixwe li Tirkiyeyê beramberê hunerê tune ye. Tenê li ser aboriyê tê fikirandin. Ez dixwazim hunerê di nav civakê de belav bikim. Huner civakê pêş dixe. Ez her şeveq, li ber deriyê kargehê wêneyan xêz dikim. Di serî de sekna gel 'tu çi dikî?' bû, lê belê niha vegeriya sekneke 'bi rastî min jî dixwast xêzkirina wêneyê hîn bibim'.  Carna tenê dîtinek jî dibe sedema guherînê. Dema ku huner bi awayekî sîstematîk bê hînkirin, pêşketineke zêdetir wê çêbibe."
 
'Guhertin wê bi piştevaniya jinê re çê bibe'
 
Melekê bal kişand ser piştevaniya jinan û da xuyakirin ku jinên cîran ên li wê derê heta vekirina kargeha wê bûne alîkar. Melekê destnîşan kir ku guhertin, wê bi rihê piştevaniyê çêbibe. Melekê diyar kir ku ev piştevanî gotinên neyînî jî têk dibin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: " Niha li Sûrê sê kargehên jinan hene. Em tên cem hev û em ji bo pêşketinên kargehan nîqaşan dikin. Ev ji bo fikrên neyînî jî seknek bi hêz e."