Li Amedê Atolyeya Sînemaya Jinê hat lidarxistin

  • 21:11 25 Tebax 2023
  • Çand û Huner
AMED- Di çarçoveya “Diyalogên Sînemaya Gerok de: Projeya söwırandinê ya Jinên kurd" ku Projeya Sinemager Perîhan Katar e: bi hevkariya KASD'ê bi jinan re atolyeya sinemayê hat lidarxıstın.  
 
"Atolyeya Sînemayê ya bi Jinan re" di çarçoveya "Projeya Diyalogên Sînemaya Gerok de: Projeya Sêwirandinê ya Jinên Kurd" ku ji aliyê Sînemager  Nîmet Katar ve bi hevkariya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) hat kordînekirin, li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê hat lidarxistin.
 
Bîra kolektîf di projeyê de tê girtin
 
Projeya ku bi koordîneya Nimet Katar tê kirin, armanc dike ku di nava 7 mehan de sînemaya Kurdî bi jinên ku berê neçûne sînemayê, li 3 bajarên cuda û 7 mekanên cuda bîne cem hev. Di çarçoveya projeya sînemaya mobîl de, dema ku hafizeya kolektîf, nêrîna jinên kurd a li sînemayê û sûbjektîfbûna wan tê girtin, atolyeyên ku li ser dîyalogên ku li derdora ezmûn û çalakiyên jinan hatine çêkirin, li ser têkiliya wêneyan bi çi rengî tê meşandin. ji nû ve bi formên hunerî diafirîne. Proje her wiha dide xuyakirin ku jin çawa bi temsîliyeta jinan di Sînemaya Kurdî de sûbjektîfbûna xwe ava dikin. 
 
Proje balê dikişîne ser girîngiya bira kolektif
 
Bi vê projeyê tê amanckirin ku sinemaya kurd di 7 mehan de li 3 bajarên cuda û li 7 cihên cuda, bi jinên ku berê qet neçûne sînemayê bidin naskirin. Herwiha proje balê dikişîne ser girîngiya bîra kolektîf û nêrîna jinên kurd li sînemayê.
 
'Dixwazim sinemaya kurd li gundan bidim nîşandan'
 
Nîmet Katar a ku bahsa projeyö kır, diyar kır ku sînemaya Kurd an ji ber sedemên polîtîk û yan jî ji ber ku qedexe ye kes nikarin xwe bıgıhîninê û wiha dewam kir," Ez dixwazim sînemaya kurd bibim gundan û bi  jinan fîlmên ku mijar ew in bidim temaşekirin."
 
Atolye piştî temaşekirina fîlman û kurtefîlman, bi niqaş û pirsan bidawî bû.