'Ez ê têkoşîna xwe ya li dijî êrişên li ser ziman bidim'

  • 09:03 23 Tebax 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - Filiz Atalay da zanîn ji bo zimanê kurdî pêş bikeve, bidome çi ji destên wê bê wê bike û wiha got:"Ji bo qursên ziman, ji bo kesên dixwazin kurdî hîn bibin dixwazim piştgiriyê bidim. Li dijî zextên tên kirin ez ê her tim têkoşîna xwe bidim."
 
Têkoşîna zimanê kurdî û nasnameya kurdî ya bi salan dewam dike. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî zimanê kurdî yê ku xwediyê gelek zaravayan e dewam dike. Gelê kurd li dijî vê yekê li berxwe dide. Hemşîre Filiz Atalay jî li Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) ji bo zimanê kurdî hîn bibe li berxwe dide. Filizê li vir hem behsa jiyana xwe kir hem jî behsa pêşketina hişmendiya ziman a di xwe de kir. 
 
'Min dixwest ez bibim mamasteya wêneyan'
 
Filizê ya bi eslê xwe ji Çewlîgê ye û di 1979'an de li Amedê ji dayik bûye da zanîn bandorên newekheviya zayendî ya serdemê jî li ser jiyana miorovan heye û got ew ji bo vêya gelekî li berxwe dide. Filizê got:"Di salên 90'î de li Amedê zarokên keç ji bo biçin dibistanê gelek zehmetî didîtin. Ez di bin bandora vê de mam. Loma salekê min bi derengî dest bi dibistanê kir. Dema ez li dibistana seretayî bûm û hînî xwendin û nivîsandinê bûbûm ji ber zextên taxê malbata min xwest min ji dibistanê bigire. Ez ji xwendinê gelekî hez dikim. Min dixwest ez bibim mamasteya wêneyan. Lê nebû di dilê min de ma."
 
'Ez mecbûr hatim hiştin hemşîretiyê qezenc bikim'
 
Filizê ji ber bandora serdemê berî zanîngehê bixwîne diçe dibistana hemşîretiyê lê belê ji ber pir xwestiye bixwîne loma jî ketiye azmûna zanîngehê. Min bi hawekî dibistana navîn xwend û dîsa gotin ev bes e. Wê demê gotina ma zarokên keç diçin dibistanê zêde bû. Ji ber vebijêrkeke min a din tune bû ez mecbûr hatim hiştin hemşîretiyê qezenc bikim. Hedefa min a yekem a min dev jê berda mamostetî bû."
 
'Qeyba me ya herî mezin neaxaftina ziman a di nava malê de bû'
 
Filizê behsa sedem û pêvajoya destpêkirina zimanê kurdî ya li MED-DER'ê kir û wiha pê de çû:"Kurdî tim di dilê min de wekî eşqekê bû. Min wiha dest bi vê pêvajoyê kir. Di nava malbata me de bi zimanê kurdî nedihat axaftin. Em zarokên memûran bûn. Qeyba me ya herî mezin neaxaftina ziman a di nava malê de bû. Min hewl da li gund, ji nexweşan kurdî hîn bibim. Ez ji zimanê kurdî pir hez dikim. Ez dimil im lê belê zeafeke min a ji bo kurmancî heye. Min pir xwest hîn bibim. Min pirtûkên bi kurmancî xwend lê belê min fam nedikir û min dixwend. Ez li hinekan digeriyam ji bo hînî min bikin. Bi awayekî tesadufî min MED-DER nas kir. Hatin cihê karê min. Dema bi kurmancî diaxivîn ez dibûm heyrana wan. Ew bûn wesîle. Ez pir bextewar im û dixwazim pêş bikevim. Ez ji kurmancî pir hez dikim çimkî zimanê min ê dayikê ye. Emrê hînbûnê tune ye. Xwezî min ji berê de ev tişt kiriba."
 
'Ez ê têkoşîna xwe ya li dijî êrişên li ser ziman bidim'
 
Filizê bi lêv kir li gor zimanên din li ser zimanê kurdî zextên hîn zêde hene û wiha got:"Ji bo em li zimanê xwe xwedî derkevin çalakiyê em dikin kêm in. Têra xwe têkoşîn hat dayin gelo ez ji vêya ne bawer im. Hinek kesên li ber çavan ev tişt anîn ziman. Ev ziman berî yê Osmaniyan hebû. Di wê demê de jî li ser zimanê me perwerde dihat dayin lê çima niha tê astengkirin tê qedexekirin. Ji bo çi zimanê mirovan li wan tê qedexekirin? Ez ê têkoşîna xwe ya li dijî êrişên li ser ziman bidim."
 
'Ez dixwazim piştgiriyê bidim her kesên dixwazin kurdî hîn bibin'
 
Filizê diyar kir ku ji bo qursên bi zimanê kurdî vebe û ji bo pêşengiya vê yekê bike di warê aborî û manewî de ew ê piştgiriyê bide û wiha bi dawî kir:"Piştî ez teqawît bibim ez ê bi zarokên xwe re herim derveyî welat. Li vir ew derfeta aboriyê tune ye. Loma ez ê li wir qezenc bikim û ji bo vekirina qursên kurdî piştgiriyê bidim. Ez dixwazim piştgiriyê bidim her kesên dixwazin kurdî hîn bibin."