Li bajarê dîrokî ser kodikên avê tê nexşandin

  • 09:07 21 Tebax 2023
  • Çand û Huner
 
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Li Bajarê Dîrokî Mêrdînê Fatma Guneş a ku kodikê (kundirê avê) vediguherîne berhemeke hûnerî got, "Ev karekî ku min rahabîlîte dike. Min berê xişiran dikir. Piştre min dest bi kodikê kir. Ez nexşên xwe li gorî nirxên gerdûnî, çandî û herêmî çêdikim."
 
Mêrdîn yek ji bajarên dîrokî û qedîm ên Mezopotamyayê ye û bi cudahî û bedewiyên xwe yên cuda bala mirovan dikişîne. Fatma Guneş li bajarê ku bi hunerên xwe yên destan jî tê nasîn, ji kodikan berhemên hunerî çêdike.
 
Divê jin li qada ku dixwazin xwe pêş bixin
 
Fatmaya ku li Nisêbînê heta pola 5emîn dibistana seretayî xwendiye, piştre neçar ma dev ji dibistanê berde, parve dike ku piştî 24 saliya xwe dîsa ji derve de dest bi dibistanê kiriye û piştî 4 salan dibistana navîn û amadeyî qedandiye. Fatma, anî ziman ku wê di 29 saliya xwe de dest bi zanîngehê kiriye û destnîşan kir ku divê jin di qada ku dixwazin de xwe pêş bixin.
 
Dest ji karê xwe berda
 
Fatma piştî demeke kin li navenda rehabîlîtasyonê dixebitî, pê dihese ku ev kar ne li gorî wê ye û berê xwe dide hunerê. Fatmaya ku piştî eleqeya xwe ya li hemberî hunerê kifş kir bi berhevkirin dest bi çêkirina kodikan dike û ev 8 sal in heman karî dike. Fatma bi van gotinan bahsa karê xwe kir: “Dema ez diçûm zanîngehê, ji ber ku rewşa min a aborî ne baş bû, min dest bi karê wênesaziyê kir. Li kêleka vê min destkariya xwe pêşve bir. Piştre min bi temaşekirina vîdoyên derbarê heman karî de xwe pêş xist. Di nava 3 mehan de me kundir vekirin, û paqij kirin û nexş kirin. 8 sal in ez vî karî dikim."
 
'Karê ku min rehabîlît dike'
 
Fatmayê diyar kir ku piştî ku xwe di vî warî de bi pêş xistiye, li Dêrsimê dest bi çandina kundiran kir û wiha got: “Ji ber avhewayê kundirên ku min çandibûn negirtin. Ji ber vê sedemê, ez bi piranî kundirên ku ez ji herêma Egeyê dikirim vediguherînim. Niha jî ez di vî warî de pêşdeçûna xwe didomînim. Derfeta min a wênesaziyê hebû lê min ji vî karî hez kir. Karekî ku min rehabîlît dike ye. Berê min xişir disêwirandin.”
 
'Ez nexşên xwe li gorî li gorî nirxên çandî xêz dikim'
 
Fatma ku nêzî 5 meh berê li Dêrsimê cihê xwe yê kar girt û bi dikana ku , li Mêrdînê vekir dest bi kar kiriye ev tişt got: “Ji ber ku cihê karê min pir nû ye, heta niha hunera min bi tevahî nehatiye zanîn, lê ez difikirim ku dê balê bikişîne. Pêşî ez kundir dikirim. Nava wî vediki û paqij dikim û dişom. Paşê ez dest bi xêzkirin û nexşandinê dikim. Piştre ez bi makîneya ku ez bi kar tînim (wek drill) qalibên xwe xêz dikim. Li gorî ked û xêzkirina ku min çêkiriye, ez bi navgîniya 3-4 rojan carekê kundirekî avê diqedînim. Dem li gorî nexşên ku li ser çêdikim diguhere. Ez bi gelemperî nexşên xwe li gorî nirxên gerdûnî, çandî û herêmî çêdikim.”
 
'Divê her kes tiştê ku jê hez dike bike'
 
Fatmayê tevî ku berê di rehabîlîtasyon û baxçeyên zarokan de dixebitî jî dev ji karê xwe berda û berê xwe da dîzayn û hilberînê û dibêje ku divê her karê ku jê hez dike bike û ji bo ku xwe baş hîs bike.