Çîroka jinên ji qirkinê derbas bûn bi 'Serhildana Zerîyan' rave kir

  • 09:03 20 Tebax 2023
  • Çand û Huner
 
Evîn Zenda
 
ŞENGAL - Çîrokên wê jinan rave dike, nivîskar jin e, yên ku ji bo weşanê amade kirin jin in...Pirtûka "Serhildana Zerîyan" ya Rojnameger Rojbîn Denîz nivîsandiye balê dikşîne ser civakek bi qirkirinê rû bi rû maye, balê dikşîne ser çîroka jinên Êzidî. Rojbînê li ser destpêk û dawiya çapkirina vê pirtûkê axivî. 
 
Di 3'yê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kir. Wê demê gelek jinên Êzidî hatin revandin, li bazaran hatin firotin, tecawizî wan hat kirin, gelek jê niha aqubeta wan ne diyar e. Piştre gelek jin ji destên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Gelek jê vegeriyan ser axa xwe ya ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin. Rojnameger Rojbîn Deniz çîroka jinên di fermanê de hatin revandin û piştre hatin rizgarkirin nivîsand. Ev pirtûk bi navê Serhildana Zerîyan ji aliyê Weşanxaneya Jinê ya Meyman bi piştgiriya Rojnameya Newaya Jin derket. Pirtûk ji 310 rûpelî pêk tê. 
 
Têkildarî mijarê Rojbîn Deniz bersiva pirsên JINNEWS'ê da. 
 
*We pirtûka bi navê "Berxwedana Zerîyan" bi çi armanc û sedemê nivîsand?
 
Di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî civaka Êzidî li Şengalê komkujiyek çêbû. Ji bo me jinan encama vê komkujiyê giran bû. Dê wê serdemê tenê behsa fermana bi serê jinên Êzidî de hatibû dihat axaftin. Li her derê nûçeyên gerîlayên têkoşîna azadiyê, nûçeyên îxanet, şahidên fermanê, çîrokên jinan derdiketin pêşberî min. Piştî demekê ev nûçeyan kêm bûn lê belê êşa Şengalê kêm nebûbû. Wekî xebatkarên çapemeniya azad mirov nikare li hemberî tiştên diqewimin bêdeng bimîne. Ev rê tenê li ser nasnameya rojnamegeriyê naçe. Wekî jinekê tu nikare li dijî tiştên diqewimin bêdeng bimîne. Vê yekê min anî heta Şengalê. Di vê rêwîtiya min de endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel piştgirî da min û di mijara nivîsandina çîrokên min de li gel min bû. Vê yekê cesaret da min. Zîlanê ji min re gotibû 'here û çîrokên jinên zana û erdema wan bibîne'. Dema min li çîrokên jinan guhdar kir wê demê min fam kir ku ka tam ji min re dibêje çi. Di çîrokên wan jinan de felsefeya Ezdantiyê, bermahiyên civaka xwezayî, qirkirin, hêviya di rih de mezin dibe û hatiye heta roja îro hebû. Zanistî bi jinan hatibû heta roja îro û Ezdatî jî baweriya bi çêbûna dinyayê bû. 
 
Her ku ez di vê rêyê de meşiyam jinan cesaret dan min, min jî ev cesaret da wan. Bi vê cesaretê ez çûm gel jinên bûne şahidên vê fermanê. Ez di fermanê de çûm gel zaroka 12 salî. Fexriyeyê axaftin red nekir û ji min re qala çîroka xwe kir. Rojeke herî germ a ji meha havînê bû û me li Gundê Fexriyele Siba Şex Xidir li çîroka Fexriyeyê guhdar kir. Fexriyeyê bûbû şahida berdana zarokekek biçûk. Heta wê rojê ev ji kesî re negotibû û giraniya vêya hês kiribû. Cara ewil giraniya barê hilgirtibû hîs kiribû û hêsirên wê dihatin xwarê. Fexriye û çîrokên gelek jinên din, êşa jinên bûbûn şahidên fermanê hebû. Parvekirina çîrokên wan cesaret dabû min. Li dijî çîrokên H.Zîlan nivîsanibû cesaretek ketibû dilê min. Zîlanê gotibû divê vana bibin pirtûk. Di wê serdemê de hebûna hevalên wiha bû sedema cesareteke mezin. Vê pirtûkê ji ser keda hevpar a jinan teşeyê xwe girt û bû serhildana Zerîyan. Pirtûka Serhildana Zeriyan li ser rastiya jinên qewmê rojê û rûyê rast ê fermana bi ser vî qewmî de hat rave dike. 
 
 
*Hûn dikarin ji me re qala naveroka vê pirtûkê bike?
 
Ev pirtûk ji 18 çîrokan pêk tê. Di pirtûkê de baweriya Ezdatiyê, felsefeya wê, dîroka wê, erdnîgariya wê û di Ezdatiyê de mijara jinê cih digirin. Dema mirov heqîqeta civaka bi qirkirinê rû bi rû maye bizanibe dê, wê demê baştir fam bike ku çima di qirkirinê re derbas bûye. Ez jî ji ser vê yekê derketim rê û min beşên yekem ên çîrokê li ser heqîqeta Ezdatiyê honand. Çîrokên din jî li ser jinên ketine destên DAÎŞ'ê  ye. Her wiha ji destên DAÎŞ'ê çi kişandine. Min qirkirina li ser zarokan, sepanên hovane yên li ser jinan ên bi destên DAÎŞ'ê û hevkarên wê ya di sedsala 21'emîn de di van çîrokana de rave kir. Her wiha çîrokên jinên xwe spartin çiyan hene. Her wiha di pirtûkê de hêvî û rizgariya bi saya gerîlayên têkoşîna azadiyê jî heye. 
 
*Navê pirtûkê çima wekî "Serhildana Zerîyan" hat binavkirin? Wateyeke vêya ya girîng heye?
 
Berê min ji bo vê pirtûkê navekî din hilbijartibû. Lê belê dema ez hatim dawiyê min nav guhert. Li ser daxwaza jinên Êzidî min kir Serhildana Zerîyan. Ev nav Suham Şengali ya 12 salî ya bû şahidê fermanê û Dayê Berfê lê kirin. Pênaseya Dayê Berfê ya li ser Zerî cesaret da min. Di civaka Êzidiyan de ji bo jinan 'Zerî' tê bikaranîn. Wekî kok tê maneya zayînê, tê wateya afirandinê. Li gor civaka Êzidî ya ku dibe sedema zayinê û diafirîne jin in. Loma jî Zerî tê bikaranîn. Di serhildana çîroka Êzidiyan a ji rêwîtiya Bakurê Kurdistanê de serhildana Zerîyan derdikeve pêş. Di parastina şerên Şêxana ji bo Êzidiyan pîroz e de Zerî derdikevin pêş. Wekî şoreşger Atakan Mahîr dibêje, ' Serhildana li dijî rihê faşîst ê demê', di rêwîtiya demê de serhildana Zerîyan li dijî zihniyeta faşîst û qirker e. 
 
*Hûn bandora berhemên wiha yên li ser jin û civakê çawa dibînin?
 
Civaka Êzidiyan û Ezdatî heta roja îro bi zehmetiyekê hat. Her tim cihê hat dîtin. Bi êrişên li ser kurdên Êzidî hat xwestin rihê jinê bê tunekirin. Di her qirkirinê de civaka Êzidiyan tenê hat hiştin. Îxanet li wan hat kirin. Di dîroka bi xwîn a Osmaniyan de gelek komkujî bi ser Êzidiyan de hat. Gelek windahî bi van komkujiyan çêbûn û gelek Êzidî ji baweriya xwe hat qutkirin. Îro jî bi destên AKP-MHP'ê û bi hevkariya PDK'ê fermana 74'an bi ser Êzidiyan de hat. Xwestin bi vê re kokên felsefe, bawerî û çanda kurdan ji holê rakin. Lê belê serhildanek li dijî vê yekê rû da û negihaştin armanca xwe. Gerîlayên Azadiyê wekî 12 suvariyan li gel civaka Êzidiyan sekinîn. Li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke bêhampa hat dayin û Şengal azad kirin. Li dijî polîtîkayên tenêhiştin û tunekirinê Êzidiyan li berxwe dan. Pergala Şengala Xweseriya Demokratîk bi encama têkoşînê derket holê û pêş ket. Civaka Êzidiyan a ku bedelên mezin dan bi Apociyan têkiliyeke xurt danî. Li dijî dijmin serhildaneke mezin derket holê. 
 
* Têkildarî mijarên têkoşîna jinên Êzidî ya li dijî komkujiyê, li ser çi esasî şer kirine, Serhildana Zerîyan tiştekî çawa di nava xwe de vehewandiye?
 
Bi giştî jin di nava komkujiyê de hatin hiştin. Di her komkujiyê de berê jin hatin hedefgirtin. Berê jin tune kirin. Di fermana 74'an de berê jin kirin hedef. Bi encama vê yekê bi hezaran jinên Êzidî ketin destên DAÎŞ'ê û bi sepanên hovane rû bi rû man. Vê yekê di wijdanê jinan de birîn vekir. Hêrsa me jî li dijî kesên ev komkujî pêk anîn pêş ket. Di rêya bi dirûşma Jin jiyan azadî jin lê dimeşiyan de me herî zêde jinên Êzidî dîtin. Ew vê dirûşmê wekî felsefeyekê dijîn. Li dijî komkujiya bi serê wan de het wan têkoşîna xwe bêtir pêş xistin. 
 
Îro PDK bi çîrokên sixte yên rizgarkirina jinên Êzidî derdikeve pêş. Loma mirov divê vê komkujiya bi ser jinên Êzidî de hatiye û piştî wê baş bizanibe. Di çîrokên PDK'ê de faşîzma Tirkiyeyê û rizgarkirina sixte heye. Mirov dema vêya baş û rast bibîne wê demê rûyê rast ê komkujiyê jî wê bibîne. Serhildana Zerîyan encama têkoşîna jinên Êzidî ye. Ev pirtûk pirtûka jinê Êzidî ye. Jinên vê têkoşînê dimeşînin. 
 
*Gelo pirtûk tenê bi tirkî hat nivîsandin?
 
Pirtûk bi tirkî hat nivîsandin. Piştre wergera wê ya bi Kurmancî hat kirin. Min dixwest berê bi kurdî bê weşandin. Lê hinek pirsgirêkên teknîkî derketin. Min xwest ez vê pirtûkê di salvegera fermanê de derxim. Loma jî ji mecbûrî berê bi tirkî hat weşandin. Serhildana Zerîyan pirtûkeke jina ye. Loma min xwest rengê jinê di vê pirtûkê de hebe. Loma jî ev pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Jinê ya Meyman derket. Pêşgotina wê jî ji bo bibîranîna rêhevala min Nagîhan Akarsel ji aliyê Akademiya Jineolojiyê hat nivîsandin. Wêneyê bergê jî min bi jinên Êzidî re diyar kir. Li gor baweriya Ezdatiyê komposîzyonek hat diyarkirin. Ji bo serdema nivîsandinê, redekte û dîzaynê de gelek hevalan alîkariya min kirin. Bi rêya vê roportajê ez ji bo her kesê ked dane bi hezkirin spas dikim. Ew ê kurmanciya pirtûkê jî di demên nêz de bê weşandin.