Kurtefilma serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’

  • 16:29 18 Tebax 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê serhildana "Jin, jiyan, azadî", kurtefilmek bi navê "Sound Rise" tê were çêkirin.
 
Di 16’ê Îlona sala 2022’yan de Jîna Emînî ya ji bajarê Seqîz a Rojhilatê Kurdistanê, li Tehranê bi hinceta ku baş pora xwe ne pêçaye ji aliyê "Polîsên Exlaq" ên dewleta Îranê ve hate qetilkirin. Ev yek bû sedema nerazîbûn û xwepêşandanên gelek mezin. Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Serhildana "Jin, jiyan, azadî" destpê kir û belavî cîhanê bû.
 
Kurtefilmek bi navê "Sound Rise" (Denghilat), li ser serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ tê çêkirin ku biryare di salvegera Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de were nîşandan.
 
Kurtefilm ji aliyê her du Derhêner Fiya Yunis û Hewar Farisewî ve hatiye çêkirin û qala çîroka du qurbaniyên serhildana Jîna Emînî ango Serhildana "Jin, jiyan, azadî" dike ku di zîndanê de têne êşkencekirin û destdirêjî lê tên kirin.
 
Di kurtefilmê de gelek lîstikvanên jêhatî yên weke Nîckwan Qadirî, Delniya Waîsî û Delniya Lotfî cih digirin û dileyîzin. Tê payîn di demek nêzîk de promoya (fragman) kurtefilmê were belavkirin.