Hejmara 24'an a Kovara Jin derket

  • 11:21 13 Tebax 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 24'emîn a Kovara Jin bi manşetek nû, mijarên cihêreng derket pêşberî xwendevanên xwe.
 
Hejmara 24'emîn a Kovara Jin ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin bi manşeta ‘Armanca desthilatdariyê ya nû: Mafê nefeqeyê’ hat weşandin. Nivîsa Semra Balyan a bi sernavê ‘Xizaniya jinan, dixwazin bi riya zagonan kûr bikin’, bal kişand ser şert û mercên aboriyê ku encam her ku diçe giran dibe. Jin bi gelek sedeman tên xizankirin û careke din vê yekê bi riya zagonî dicerîbinin.
 
Nivîsa Oya Açan a bi sernavê “Daristana Jinan, jinên Daristanê” balê dikşîne ser jinên ku li dijî qirkirina xwezayê li daristanên Akbelena Mîlasa Muglayê li ber xwe didin. 
 
Di vê hejmara kovarê de nivîsa Yavor Tarinsk a bi sernavê ‘Konseyên Ekolojîk: Ji Mezopotamyaya jor hatina stratejiya avhewayê’, nivîsa Meltem Încî ya bi sernavê ‘Halê herî bi tund ê mirovxwiran’, nivîsa Esma Kaya ya bi sernavê ‘Ma hemû çîkolata şîrîn in?’ cih digire.