Jinên bi nivîsandinê êş û têkoşîna xwe vedibêjin

  • 09:15 10 Tebax 2023
  • Çand û Huner
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinên li Şehbayê yên tevî hemû zehmetiyên koçberiyê, bi nivîsandinê hestên xwe tînin ziman wiha gotin:"Encax em bi nivîsandinê dikarin hestên xwe yên êş, têkoşîn, hezkirin û bextewariyê binivîsin. Tevî şertên koçberiyê yên dijwar jî em dev ji pênûsa xwe bernadin."
 
Jinên li Şehbayê dimînin û li dijî zext, zordestî, êrişên Rejîma Şamê û dewleta tirk li berxwe didin, têkoşîna jiyanê didin di heman demê de nivîsandin jî ji xwe re wekî rêbazeke têkoşînê hilbijartine. Hestên xwe yên êş, evîn, hesret, bextewarî, têkoşînê bi pênûsa xwe tînin ziman. Li dijî zihniyeta serdest a mêr, li dijî desthilatdariya nasnameya wan qedexe dike hêzê ji pênûsa xwe digirin û di nivîsandinê de bi israr in. Jinên ji nivîsandinê hêzê digirin wiha gotin:" Encax bi riya nivîsê em bikaribin kela dilê xwe sar bikin."
 
Yek ji nivîskarên jin Fîdan Mihemed a berhemên "Di bin siya koçberiyê de, berdan" û "Komkujî" derxistine wiha got:"Piştî koçberbûna min a ji Efrînê bi taybet piştî derbasbûna min a di nava Yekîtiya Rewşenbîran de min cihê xwe di perwerdeya lêkolîn û lêkolînên civakî de girt. Min berhema bi navê 'Di bin siya koçberiyê de, berdan' nivîsand. Ev pirtûk jî li Çapxaneya Şilêr a li bajarê Qamişloyê hat çapkirin û li gelek pêşengehan hat pêşkêşkirin. Li Pêşangeha Herekol a li Qamişloyê, li Pêşangehên Silêmaniyê, Bexdayê, Kobanê û Reqayê hat pêşkêşkirin. Pirtûk ji 213 rûpelî pêk tê. Min li ser mijarên zewac, zewaca civakî, berdan, nêrînên olan a di hevberdanê de, hevberdana li Efrînê ya di navberan salên 2013-2019'an de nivîsand. Min li ser komkujiyên li bajarê Efrînê pêk hatine jî pirtûka bi navê "Komkujî" nivîsand. Ez gotar û helbestan jî dinivîsim. "
 
'Yekîtiya Rewşenbîran hêzeke mezin da min'
 
Fîdanê da zanîn Yekîtiya Rewşenbîran bandoreke erênî li wê kiriye û wiha pê de çû:"Dema ez tevlî Yekîtiya Rewşenbîran bûm vêya hêzeke mezin da min. Yekîtiya Rewşenbîran di heman demê de bi min re bû alîkar. Lê piştî em ji bajarê Efrînê koçber bûn di nava malbat bi taybet di nava jin û mêran de pirsgirêkan rû didan. Ji ber sê çar malbat di malekê de dijiyan loma jî pirsgirêk derdiketin. Ji ber zêdebûna pirsgirêkan diyardeya hevbardanê jî zêde bû. Ev yek ji bo min cihê êşê bû. Vê yekê bandor li min kir. Piştre min ew hêz bi xwe re dît ku berhemekê binivîsim. "
 
'Min xwest bajarê xwe bi cîhanê bidim naskirin'
 
Fîdanê bi lêv kir ku wê xwestiye hestên koçberiyê binivîse, êşa hatiye kişandin bi cîhanê bide bihîstin û wiha lê zêde kir:"Koçkirina ji welat, guhdarkirina helbestên bi kurdî û meraqa min bêtir hestên nivîsandinê bi min dan afirandin. Min pir meraq dikir û ez tevlî perwerdeyên lêkolînên civakî bûm. Min xwest bajarê xwe bi cîhanê bidim naskirin. Min xwest bi rêya nivîsandinê astengiyên welatiyên Efrînê yên li Şehbayê pê rû bi rû hatine hiştin binivîsim." 
 
'Piranî min helbestên xwe li ser şoreş, êşa gelê xwe nivîsand'
 
Alîsar Şêxo ya nêzî 200 helbest bi zimanê dayikê nivîsandiye û jê 150 helbest wê were çapkirin wiha got:" Destpêkirina min a nivîsandina helbestan di sala 2018-2019'an de bû. Bi taybet piştî ku em ji bajarê Efrînê koçber bûn, piranî min helbestên xwe li ser şoreş, êşa gelê xwe û bûyerên ku em tê re derbas bûne, nivîsand. Ez pir di bin bandora helbestên Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî de mam. Ev yek jî bû sedem ku ez helbestan binivîsim. "
 
Dixwaze bibe yek ji parêzvana zimanê kurdî
 
Alîsarê derbarê girêdana wê ya bi zimanê kurdî re, her wiha honandina rêzikên xwe yên helbestî ya bi zimanê dayikê wiha axaftina xwe kir:" Di serdema kevn de wêjevanên me yên kurd dema ku helbestên xwe rêz dikirin peyvên bi zimanê biyanî jî bi kar dianîn. Ji ber bandora desthilatdariyê ya li ser civaka kurd xurt bû û qirkirina ziman rû dida loma jî gotinên biyan diketin nava wêjeya me. Min jî xwest li hember vê yekê helbestên xwe bi peyvên kurdî rêz bikim û bibim yek ji parêzvana zimanê kurdî."
 
'Min bi hestên xwe yên girêdayî Efrînê nivîsên xwe dewam kir'
 
Di heman demê de Rojîn Dodo ku stranan jî dinivîse ji ajansa me re wiha axivî:"Ji biçûkiya xwe de min helbest dixwendin lê bi taybet piştî ku em ji bajarê Efrînê koçber bûn min dest bi nivîsandina helbestan kir. Ez bi zimanê dayika xwe helbestên xwe dinivîsim. Min bi hestên xwe yên girêdayî Efrînê nivîsên xwe dewam kir. Min di gelek mîhrîcan û çalakiyan de hestên xwe bi gelê xwe re parve dikir. Ez di heman demê de jî stranan dinivîsim. Ez li ser pakrewanan û Efrînê dinivîsim. Bi piştgiriya malbat û xizmên min ez dinivîsim. "
 
'Encax bi riya nivîsê em bikaribin kela dilê xwe sar bikin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Rojînê bang li tevahî jinên ciwan kir ku derfeta nivîsandinê ji bo xwe bikaribin biafirînin û wiha pê de çû:"Banga min ji bo tevahî jinên ciwan ew e ku hestên xwe di dilê xwe de veneşêrin. Bila ji wê çarçoveya teng derbikevin û hestên xwe bi awayê xwendin û nivîsandinê bînin ziman. Encax bi riya nivîsê em bikaribin kela dilê xwe sar bikin. Helbestvanên me yên destpêkê ji ber desthilatdaran nikaribûn hestên xwe bi zimanê kurdî bînin ziman. Lê belê ya me derfet li pêşiya me heye û divê em vê derfetê ji destên xwe bernedin."
 
'Bi alîkariya bavê min ez bi pêş dikevim'
 
Leyla Horo ya ji xwendina helbestan gelekî hez dike û ya bavê wê her carê pê re bûye alîkar da ku helbestan li ser dikê vebêje, êş û têkoşîna welatiyên koçber bi awayekî devokî ji cîhanê re rave bike wiha ji ajansa me re axivî:"Ez pir ji guhdarkirin û vegotina helbestan hez dikim. Bavê min her carê bi min re dibe alîkar helbestan ji min re rêz dike. Dixwaze bi vî awayî xeyalên min pêk bîne. Zihniyeta mêr a desthilatdar di gelek milan de li hemberî afrandinên jinan xwe dikirin bend, lê encax bi rêya, mêrê ku ji bo pêşketina keçên xwe dixebitin ev zihniyeta baviksalarî têk biçe. Ez hewl didim di demên pêş de zêdetir li ser xwe bixebitim û helbestan bi xwe binivîsim."