Strana 'Dîcleya Zelal' a Koma Hevra derket

  • 16:10 9 Tebax 2023
  • Çand û Huner
 
STENBOL - Strana “Dîcleya Zelal” a Koma Hevra ji Kom Muzîkê derket. 
 
Strana “Dîcleya Zelal” a Koma Hevra derket. Stran di Kom Muzîkê de derket. Hunermend Baran Bozyel, dengbêj Xalîde, Azat Karahan û Golgedekîler stranê dibêjin. Di stranê de balê dikişînin ser rola çemên Dîcle û Firatê û Çiyayên Zagrosê ya di avakirina şaristaniyan de. Her wiha şahidên Dîcle û Firatê ya di serpêhatiya dîroka Kurdistanê de jî hatiye vegotin.