Dê di Mîhrîcana FîlmAmedê de nêzî 30 fîlm bên nîşandan

  • 09:03 8 Tebax 2023
  • Çand û Huner
AMED - Derhêner û rêvebera OSAD’ê Lîsa Çalan, diyar kir ku dê di 8'emîn Mîhrîcana FilmAmedê de nêzî 30 fîlm bê nîşandan û bang li jinan kir ku bi projeyên xwe tevlî mîhrîcanê bibin. 
 
Serlêdanên 8'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ya ku dê di navbera 27’ê Îlon û 1’ê Cotmehê de bê lidarxistin bi dawî bûn. Serlêdan di navbera 3’yê Tirmehê û 31’ê Tîrmehê de pêk hat. Cara yekem mîhrîcan di sala 2011'yan de pêk hat û di sala 2019'an de jî ji ber pandemiyê navber hat dayîn. Niha jî dê 8'emîn mîhrîcan bê lidarxistin û gelek belgefîlm û derhêner dê tevlî mîhrîcanê bibin. 
 
8'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed a ku ji hêla Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) ve tê organîzekirin. Derbarê mîhrîcanê de endama OSAD'ê derhêner Lîsa Çalan, ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Ji bo hêzkirina hafizeya civakî 
 
Lîsa, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya lidarxistina mîhrîcanan û got: "Ji bo parastina bîra civakî lidarxistina mîhrîcanan girîng e. Ji bo bal kişandina pirsgirêkên civakî film girîng in. Ev mîhrîcan bi eslê xwe mîhrîcana fîlman a navneteweyî ye. Ji ber ku li tevahiya cîhanê çîrokên ku nehatî bihistin bi fîlmên serbixwe tevlî mîhrîcanê dibin û dibin hafizeya bajarê xwe. Di 31'ê Tîrmehê de serlêdan bi dawî bûn. Her wiha piştewaniya projeyan jî tê kirin û ev piştevanî jî dê heta 15'ê Tebaxê berdewam bike. Li dijî windakirinê zîndî hiştina hafizeyê, hevparbûna civakî mîhrîcan tê lidarxistin û hewl didin ku çîrokên ku nehatî dîtin bê dîtin." 
 
'Ligel derfetên kêm hewldidin mîhrîcanê li dar bixin'
 
Lîsa, daxuyand ku herî dawiyê di sala 2019’an de mîhrîcan hat lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ligel her cure astengiyan mîhrîcan dê di rêya mayî de berdewam bike. Em ê her mîhrîcanê li dar bixin. Beriya niha bi piştevaniya şaredariyan mîhrîcan dihat organîzekirin, piştî tayînkirina qeyûman kar û bar hatin astengkirin. Beriya qeyûman li gelek bajaran mîhrîcan dihatin lidarxistin. Lê niha piştevaniya şaredariyan nîne û rewşa siyasî ya li Kurdistanê jî diyar e. Beriya niha ne tenê Mîhrîcana Navneteweyî ya Amedê, Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney, Mîhrîcana Fîlman a Çerçî û hwd mîhrîcanên din hebûn. Lê niha ji ber qeyûman û piştevaniya ku dihat kirin kêm bûn. Niha ligel derfetên kêm em hewl didin ku mîhrîcanê li dar bixin."
 
'Em dixwazin jin projeyên xwe bişînin' 
 
Lîsa, wiha bal kişad ser serlêdanan: "Heta niha herî zêde 60-70 fîlm serî li mîhrîcanê dan. Bi taybetî jî serlêdana jinan zêde ye. Me komîteyeke şopandinê ava kir. Niha ev komîte dest bi temaşekirina fîlman kir. Di nava 60-70 fîlman de dê 30 fîlm di mîhrîcanê de herî kêm 2 caran bê nîşandan. Em plansaziya wê dikin. Her wiha di projeyê de em hewl didin ku piştevaniyê jî bikin. Ev tişt wek kategoriyek radiweste. Fîlmên ku hêj tên çêkirin jî dê piştevaniya deng, dîmen, ronahiyê bê kirin. Her wiha em ê tîmek jî avabikin. Her wiha çend serlêdan bi dawî bibin jî ji bo projeyan hêj dêm heye. Bi taybetî em dixwazin derhênerên jin projeyên xwe ji me re bişînin. Em dixwazin di nava piştewaniyê de bin." 
 
 Bangewaziya tevlîbûnê ya ji bo mîhrîcanê 
 
Derhêner Lîsa Çalan wiha dawî li axaftina xwe kir: "Bi kedek mezin mîhrîcan tê organîzekirin. Em bang dikin şandina fîlman dê gelekî me kêyfxweş bike. Di mîhrîcanên berê de tevlîbûn zêdebûn em dixwazin di vê mîhrîcanê de jî tevlîbûnek zêde hebe." ilgiliyi yeniden bekliyoruz” dedi.