Parêzer Cemîle Turhalli: Li ser zazakî polîtîkayên taybet tên meşandin

  • 09:08 5 Tebax 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - Parêzer Cemîle Turhalli, da zanîn ku Peymana Lozanê amûreke asîmîlasyonê ya li ser ziman û çandê ye û got, di encama polîtîkayên taybet ên tên meşandin de zaravayê zazakî yê kurdî di bin xeteriyeke mezin de ye.
 
Bi wesîleya 100’emîn salvera Peymana Lozanê, bi pêşengiya kurdan li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û Rojhilata Navîn konferans, komxebat, semîner, panel û civîn pêk hatin. Di civînên pêk hatin de politîkayên înkar, îmha û asmîlasyonê yên li ser gelan derketin pêş. Yek ji zimanên ku sedsale li dijî polîtîkayê asîmîlasyonê li ber xwe dide zazakî ye. Parêzer Cemîle Turhalli polîtîkayên derbarê zazakî de nirxand.
 
‘Înkara kurdan bi Lozanê dest pê kir’
 
Cemîleyê bakişand ser bandora Peyman Lozanê ya li ser gelan û got ev bandor ji bo her nasnameyê cudaye û wiha vegot: “Ev peyman wek alava asîmîlasyonê li ser çan û zimanê kurd e. Lozan ku avakirina komara Tirkiyeyê jî bi xwe re anî, gel înkar kirin. Kurd ji gelên din zêdetir hatin înkarkirin. Yanî înkara kurdan bi Lozanê dest pê kir. Înkarkirina kurdan newekhevî jî bixwe re anî. Kurd bi nasnameya wan nayên qebûlkirin.”
 
Cemîleyê da zanîn ku yekana etnîsîteya di Lozanê de hat qebûlkirin Tirkbûn bû û wiha dirêjî daye: “Disa yek ziman Tirkî hat qebûlkirin. Yek baweriyek hat qebûlkirin. Ew jî Sunnî Îslamî bû. Baweriyên din nehatin qebûlkirin. Nav vana de elewî, zerduştî, êzidî û suryanî jî hene. Kurd xwedî li çand û zimanê xwe derketin lê xetereyên mezin hebûn. Dewletê bi polîtîkayên asimilasyon û qirkirinê kurd kirin bin bandora xwe.”
 
‘Lozanê çareserî pêk neanî’
 
Cemîleyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Rojên borî de li Amedê konferansek pêk hat û 50’yî zêdetir sazî tevli bûn. Me 100 sal a Lozanê nîqaş kir. Konferansek baş bû. Li her derê civîn, panel pêk hatin. Kurd Lozanê qebûl nakin. Lozanê çareserî neanî. Neçareserî pêk anî. Bêguman bilindbûna denge kurdan girîng e û divê ji her derê piştgirî bê dayîn. Divê em hemû destê xwe bixin bin kevir û biserkevin. Lozanê bandor li ser zimanan kir. Dibêjin ‘hûn tirkî qebûl bikin em ê we qebûl bikin.’ Bêguman kes naxwaze zimanê xwe berde. Nasnameya mirovan ji zimanê mirov tê. Yanî mirov dest ji zimanê xwe berdin ji rihê xwe jî berdidin.”
 
Polîtîkayên li ser zazakî tên meşandin
 
Cemîleyê destnîşan kir ku zimanê kurdî zimanekî dewlemende û wiha nirxand: “5 zaravayên kurdî hene. Ev dewlemendiyek mezin e. Lê ya herî zêde asimilasyon bûye zazakiye. Zaravayê kurmancî li her çar parçeyî tê axaftin. 20 mîlyon kes kurmancî diaxivin. 5 mîlyon zaza hene. Hejmara wan  kêm bû. Zaza dema tên bajaran zazakî naxivin. Kêmbûna hejmara wan jî derfetên wan kêm dike. Yekane derfeta wan eve ku li herêmên çiyayî dijîn, ji ber îzolene di bin bandora zimanên din de namînin. Dewlet dixwaze li ser vê tedbîrê bigire. li ser Zazakî bi taybet polîtîka tê meşandin. Piştî salên 1980’ê şûnde li Çewlîk Xarpêtê barikat tên avakirin û perwerda Tirkî tê dayîn. Dewlet li zanîngehan jî polîtîkayên înkarkirina zarava dimeşîne. Nêrîna ‘zaza ne kurd in’ diafirîne.  Manîpulasyon û polemîkek wisa davêje holê.”
 
Zazakî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye
 
Cemîleyê wiha dawî lê anî: “Li gorî rapora UNESCO weşandiye zazakî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye. Lê ji bo ziman bê jiyîn em hewl didin. Ziman di jiyana rojane de neyê bikaranîn wê winda bibe. Çawa em dest ji mirovahiya xwe bernadin divê em dest ji zimanê xwe jî bernedin.”