Li dijî biryara qedexeya hunermendan kampanya

  • 15:41 4 Tebax 2023
  • Çand û Huner
 
DÊRSIM - Walîtiya Dêrsimê qedexe kir ku Koma Yorum, Koma Îsyan Ateşî û Koma Varedarz Folkê tev li 21'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bibe. Hunermend û nivîskaran bi mebesta piştgiriyê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin û qedexe şermezar kirin. 
 
Walîtiya Dêrsimê destûr neda ku komên Grup Yorum, Îsyan Ateşî û Varedardz Folkê tev li 21'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê bibin. 
 
Endamên koman ji hêla polîsan ve bi darê zorê hatin binçavkirin û ji bajar hatin derxistin. Hunermend, nivîskar û rojnamegeran jî li dijî vê biryarê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin û daxuyanî dan.  
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku mîhrîcanên gel weke kevneşopiyên ku çandê pêş dixin tên zanîn û ev tişt hatin gotin: "Walîtiyê tevlibûna Grup Yorum, Grup Îsyan Ateşî û Varedardz Folkê qedexe kir. Hewl didin mîhrîcana ku ev 21 sal in tê lidarxistin reş bikin. Ev qedexe bandorê li hemû hemû hunermendên li ser xaka me dijîn dike. Serdest dixwazin bi vê yekê hêza hunerê asteng bikin. En weke hunermendên li jêr îmzeyên wan hene, bang li hemû dostên xwe yên hunermend dikin ku bila li dijî feraseta faşîst bi hêza hunera xwe ya civakî têkoşînê mezin bikin û dengê xwe bilind bikin."