'Bi destkeftiyên Şoreşa Rojava dê civakê biguherînin'

  • 10:40 26 Tîrmeh 2023
  • Çand û Huner
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di çarçoveya hemleya “Jina zana bingeha avakirina malbata demokratîk e” pêşangeheke wêneyan vekir. Jinên ku tevlî pêşengehê bûn gotin: "Jin, ligel her cûreyên êrişan, bi destkeftiyên şoreşê dê xwe, malbat û civaka xwe biguherînin." 
 
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di 8'ê Tîrmehê de hemleyeke siyasî, civakî ya mehek û nîv ragihand. Di çarçoveya vê hemleyê de, şaxê meclisê yê Helebê bi dirûşma “Jina zana bingeha avakirina malbata demokratîk e” pêşangeheke wêneyan li Parka Efrîn a taxa Eşrefiye ya Helebê li dar xist. Di pêşangehê de 100 tabloyên bi mijarên cuda mîna azadiya jinan, pêwîstiya hevgirtinê, rizgarkirina herêmên dagirkirî hatin pêşandan.
 
Derbarê hemleya “Jina zana bingeha avakirina malbata demokratîk e” û pêşengeha jinan de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
Dê xebat berdewam bike 
 
Seroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Helebê Xalîde Ebdo, derbarê pêşangehê de wiha axivî: "Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşeroşê dê çalakiyên cuda li dar bixin. Ev ne çalakiya dawiyê û em ê bi heman dirûşmê rêzeçalakan li dar bixin." Xalîde, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî rewşa niha ku em tê de dijîn jin hedef tên girtin. Bi taybetî jî jinên ku pêşengtî ji vê civakê re dikin. Ji bo azadiya tevahî jinan em xebatên xwe berdewam dikin. Ev êriş jî ji aliyê zihniyetên faşîst û Dewleta Tirk ve tên kirin."
 
Di nava civakê de pêşengtiya jinê 
 
Xalîde diyar kir ku jin pêşengtiya şoreşê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di hemû qadan de jin pêşengtî ji vê civakê re kir. Bi taybet jî di Şoreşa Rojava de bi hemî reng û dengê xwe, xwe li hemberÎ dijmin îsbat kir. Ev berxwedan û destkeftiyên ku jin di vê şoreşê de bidestxist ji bo dijmin nehat qebûlkirin. Her wiha di demek dirêj di nava civak de jî ev yek nehat pêjirandin. Bi rojane li hemberî jinê êriş pêk hat. Lê niha rewş ne wisa ye. Ligel şîdet û êrişan jin di nava civakê de hewl didin ku guherînê pêk bînin. Di nava malbatê de hewl didin ku civak û malbeteke demokratîk ava bikin. Li ser vê esasî em carek din bang li hemû jinan dikin ku xwe bi rêxistin bikin û zordariyê qebûl nekin."
 
'Bila jin xwe nas bikin'
 
Endama Ofîsa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Leman Şêxo jî, wiha bal kişand ser girîngiya çalakî û bernameyên jinan: "Bi dirûşmeya 'Jin a azad bingeha avakirina malbeta demokratîk e'  em çalakiyên xwe li dar dixin. Her wiha di çalakiyên weke panel û atolyeyan de em armanc dikin ku jin di hemû waran de xwe nas bikin. Jinên ku zarokên wan hebin jî li gorî vê hişmendiyê tevbigerin ku bila civakeke zanetir derkeve holê. Bi vî awayî wê pêşketin û guhertin di hemû milan de di civakê de pêk bê." 
 
Wêneyên jinên pêşeng xêz dike 
 
Wênekêş Rojîn Dewod jî tevlî pêşengehê bû, wiha axivî: "Ez pir ji wêne û xêzkirinê hez dikim. Di civaka me de herî zêde jin bi tundiyê re rûbirû dimîne. Lê ligel vê jî di nava civaka me de gelek jinên pêşeng jî derketin. Ez jî dixwazin bi xêzkirina wêneyên wan jinan xwedî li wan derkevin. Ez ji xêzkirina wan wêneyan pir bextewarim."