Festîvala Filmên Kurt a Îranê bi hinceta afîşekê hat qedexekirin

  • 14:58 24 Tîrmeh 2023
  • Çand û Huner
NAVENDA NUÇEYAN - Festivala Filmên Kurt ya Îranê bi hinceta afîşekê hat qedexekirin.
 
Piştî 6 mehan li ser qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî ya Îranê ve cardin polîsên exlaq beriya çend rojan daketin kolanan. Dewleta Îranê piştî vê gavê vêcarê zext û astengiyên xwe li ser jinên aktîf di nav çand û hûner de jî zêde kirin.
 
Herî dawî bi hinceta ku li ser afîşa festîvalekê pora lîstikvan ne girtiye festîvala Filmên Kurt yên Îranê hate qedexe kirin.
 
Li gora nuçeyek ji The Guardian ÎRNA ku ajansa Nuçeyan ya Îranê ye ragihand ku Wezareta Çand ya Îranê bi awayek fermî 13'emîn Festîvala Filmên Kurt ya Akademîk qedexe kiriye. Di nûçeyê de bal hate kişandin ku wezaretê dîmenê lîstikvanek Îranî ku serê wê ne girtiye hincet nîşan daye û qedexe kiriye.
 
Li gorî nuçeyê wezareta Çand ya Îranê ferman daye ku biryara qedexeyê bê pêk anîn. Dihat payîn ku festîvala filmên kurt û merasîma xelatdayînê meha Îlonê pêk bê.
 
Hinceta qedexeyê vê carê bû wêneyêk kêliyek ji filma “Mirina Yazgerd” (The Death of Yazdgerd) ku ya sala 1982’yan cîh girtiye û têde lîstikvana Îranî Suzan Taslimî heye.
 
Hate hînbûn ku beriya demeke li hember lîstikvana Îranî ya bi navê Afsaneh Bayegan ku ji aliyê dadgeha Îranê ya li Tahranê de, bi hêceta ku aktîviteyên vekirî de serê xwe negirtiye hate ceza kirin. Cezayê 2 salan ku dane Afsaneh taloqî demek nediyar hatiye kirin.