Pêşbirka 'Nivîskarên Pêşerojê' a zarokan dest pê kir

  • 13:45 24 Tîrmeh 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 4'emîn Pêşbirka "Nivîskarên Pêşerojê" bi beşdarbûna 150 zarokan dest pê kir.
 
4'emîn Pêşbirka "Nivîskarên Pêşerojê" bi beşdarbûna 150 zarokan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê dest pê kir. Pêşbirk li herêma Cizîrê ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Komîteya Jinên Wêjevan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye birêxistinkirin. Pêşbirk ku bi zimanên kurdî û erebî ye ji 4 qonaxan pêk tê.
 
Di qonaxa yekemîn de ku îro bi dirûşma "Şitla îro dara sibe ye" dest pê kir, dê komîteya amadekar a pêşbirkê li nirxandinên zarokan ên li ser çîrokên ku li wan hatine belavkirin, were guhdarkirin. Di qonaxa duyemîn de jî dê her beşdarek di nava hefteyekê de navaroka çîrokekê binîvisînin, paşê dê ji aliyê komîteyê ve werin nirxandin.
 
Di qonaxa sêyemîn a dawîn de jê dê nivîs ji zarokan were xwestin û li pêşiya komîteyê werin xwend. Di 7'ê Tebaxê de jî dê kesên serketî werin diyarkirin.
 
Pêşbirk li gorî du temenan (ji 10 salî heta 14 salî û ji 15 salî heta 18 salî) hatiye birêxistinkirin. Armanca pêşbirkê teşwîqkirina zarokan li ser xwendin û nivsandinê ye, her wiha ji bo pêşxistina behreyên wan e.