Qursên havînê yên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin

  • 09:07 24 Tîrmeh 2023
  • Çand û Huner
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Mamosteya reqsê Bêrîvan Sakin der barê qursên havînê yên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê de axivî û got: “Civak bi çanda xwe, xwe heyî dikin. Bila malbat bi hestiyar tevbigerin û zarokên xwe bişînin qursan.”
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê  Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ji bo çand û zimanê Kurdî bidin jiyîn xebatên xwe dimeşîne û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê têdikoşe. Mamosteya folklorê Bêrîvan Sakin der barê xebatên komele û qursên havînê de axivî.
 
‘Civak bi çanda xwe hene’
 
Bêrîvanê balkişand ser girîngiya çand û hunerê û da zanîn ku ew heqîqeta xwe bi çandê dibîne û wiha got: “Çand û mîrateya ku me ji kal, pîr û pêşengên xwe girtine hene. Yek ji van çanda dengbêjiyê ye. Gotinek me heye, dibêjin ji ber zimanê Kurdan hatiye qedexekirin xwe bi dengê xwe îfade dikin. Civak xwe bi çanda xwe heyî dikin. Bê çand mirov tune dibin civak tune dibin. Jin û çand jî dişibin hev. Jin bi porê xwe heta cil û bergên xwe bi tilîlî heta govenda ku digerînin çanda xwe didin jiyîn. Çand û jin ji hev cuda nayê girtin.”
 
‘Bila malbat zarokên xwe bişînin qursan’
 
Bêrîvan ku ji sala 2019’an heta niha di Komeleya Çand û Hunerê de faliyetan dimeşîne da zanîn ku dersên wekî saz, gîtar, erbane, reqs û şanoyê didin. Bêrîvanê wiha domand: “Ez dersa reqsê didim zarokan. Ji bo saz eleqe pir mezin e. Ji ber aboriyê malbatên ku zarokên xwe nikarin bişînin qursan hene. Lê em di vê mijarê de alîkariyê didin zarokan. Em ji malbatan hestiyariyê dixwazin. Bila zarokên xwe bişînin qursan. Piranî xwendekarên me ji jinan pêk tên. Mêr eleqeya wan kêmtir in.”
 
Ji bo konsera 25’ê Tîrmehê bang kir
 
Bêrîvanê behsa xebat û faliyetên komeleyê kir û got di 25’ê Tîrmehê de li kafeya Şehrî Keyf wê konsera Sîpan Xelat pêk bê û wiha domand: “Ez banga tevlibûnê dikim. Divê hemû gelê me ben komeleyê. Divê komeleyê nas bikin. Bila bên me nas bikin çaya me vexwin.”
 
'Em serî natewînin'
 
Bêrîvanê balkişand ser zextên li ser çanda Kurdî û bi lêv kir ku ciwanên Kurd hîna jî ji ber stranên Kurdî dibêjin tên qetilkirin û got: “Li ser zimanê Kurdî çanda Kurdî zext hene. Divê gel vê bizanibe û li dijî vê çanda xwe biparêze zarokên xwe bişînin komeleyê çanda xwe fêr bibin. Zarok estrumanekê jî fêr bibin wê xwedî li çanda xwe derkevin. Em ê tu carî li dijî zextan serî netewînin.”
 
Bêrîvanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku qursên ji bo zarokên navbera 7 û 15 salî de û qursên ji bo mezinan ên navbera 15 û 30 salî de hene û wiha dawî lê anî: “Heta temenê 30’yî em xwendekaran digirin. Ji bo şanoya ‘Xal û Xwarzî’ eleqe pir mezin e. Niha qursên me yên havînê nû dest pê kirin. Daxwaza me ev e ku tevlibûn û hestiyarî zêde be. Kêmasiyên me hîna hene lê em ê vana hemûyan çareser bikin.”