Bi stranên xwe di navbera ziman û çandan de pirê ava dike

  • 09:05 8 Tîrmeh 2023
  • Çand û Huner
Marta Somek 
 
STENBOL - Hunermend Suna Alan ku di navbera kurdî û yewnanî de pira çandî ava kir sê stranên wê eleqeyek mezin dît. Yekane armanca wê ev e ku kurdî bide jiyîn û bi gelan bide bihistin. Suna diyar dike ku divê zarokên wan kurdî fêr bikin, ziman bê parastin.
 
Suna Alan di temenê biçûk de  eleqeyê nîşanê kurdî dide û çanda kurd elewî dide jiyîn. Ligel vê çîrokên jinên kurd jî dike mijar. Suna li gundekî Kanîreş a Çewlîkê tê dinê du salî malbata wê koçî Îzmîrê dike. Suna seranserê jiyan perwerdê de xwendekarek jîr bûye û di heman demê de di akîvîteyên polîtîk yên Kurd de cih digire. Suna mamostetiya Îngîlîzî dîxwîne û piştre diçe Londonê bi cih dibe. Li wir ji nêz ve bi muzîkê re eleqeder dibe.
 
Suna ji zarokatiya xwe de bi klam û denbêjan mezin dibe bi çanda kurd mezin dibe. Suna ligel Gelê Kurd, li dijî Rum, Romen, Arnavut, Boşnak, Pomak, Çerkez, Gurcu, Yahudî, Xiristiyan, Elewî û gelek gelên din re empatiyê ava dike. Yekane kêfxweşiya wê ev e ku kurdî bi gelên cuda bide bihistin. 
 
Ji bo jinên êzidî jî stran çêkir
 
Suna diyar dike ku ew ji ber vê gelek kêfxweşe û hewl dide Muzîka Kurdî bi hemû gelan bide bihistin. Sunda wiha dibêje: “Stranên gelên bê war gelek hestiyar in. Min gelek xebat meşandin. Min ji bo jinên êzidî ku bûn hedefa DAIŞ’ê jî stran çêkirin. Min ji bo jinên kurd yên DAIŞ’ê dîl girtin du konserên piştgiriyê dan. Min strana Nadîa jî çekir.”
 
Hunermenda kurd...
 
Suna diyar dike jina êzidî Nadîa bandorek mezin lê dike û da zanîn ku ji bo Nûdem Durak ya ji 22’yê Nîsana 2015’an de ye girtiye û 19 sal ceza lê hatiye birîn jî strana ‘Dargerînok’ çêkiriye. Sunayê daxuyakirin ku strana Dargerînok di şexsê Nûdem Durak de berxwedêriya hunermendên kurd vedibêje. 
 
Divê çand û ziman bê jiyîn
 
Suna destnîşan dike ku divê çanda kurd zimanê kurd bê jiyîn û bê vegotin û wiha dirêjî dayê: “Ez bang li hemû kesî dikim ku ji bo jiyankirina çand û zimanê bikevin tevgerê. 
 
Berhemê kurdî û yewnanî yên hevpar
 
Sunayê balkişand ser sê stranên xwe yên kurdî û yewnanî û wiha got: “Ji bo pira navbera çanda kurdî yewnanî de bê avakirin ez li ser vê xebatê kûr bûm. Ez kurdek ji Bakurê Kurdistanê me. Rum û gelên din berê ligel hev jiyane. Ez li Îzmîrê mezin bûm. Ji ber vê li dijî muzîka Rebetîko eleqeya min çêbû. Min berhemên hevpar yên tirkî û yewananî dizanibûn. Lê min ferq kir ku yên kurdî û yewnanî yên hevpar jî hene. Ji ber vê min xwest ez berheman bikim yek.  Min xwest dewlemendiyan kîfş bikim û bînim gel hev.”
 
Bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin
 
Sunayê da zanîn ku muzîka wan ji ber zimandekî gerduniye bi girseyek mezin re hatiye gel hev û wiha pê de çû: “Hem civaka kurd hem jî civakên din stranên me yên hevpar yên kurdî û Yewnanî pîroz kirin. Ev bawerim ku ev projeya me wê xebatên bi hev re teşwîq bike. Stranên kurdî ji bo min gelek girîng in. Ziman û çanda kurd ji bo min gelek bi nirx e. Ez dixwazim zimanê kurdî çanda kurdî bi girseyên mezin re bînim gel hev. Dixwazim zimanê me xurt bibe.”
 
Têkoşîn girîng e
 
Sunayê her wiha banga xwedî li derketina li ziman kir û got têkoşîna Gelê Kurd a ji bo ziman zêdetir girîngî mezin kiriye û parastina ziman, hîmê esas yê nasname û dewlemendiya çandiye. Sunayê her wiha anî ziman ku ji bo ziman, xwedîderketina li ziman têkoşîn gelek girîng e û got: “Parastina ziman gelek girîng e. Divê her kes ji bo vê bikeve tevgerê. Divê bi qurs û bernameyên çandî piştgirî bê dayîn û her kes bê teşwîqkirin. Divê bi taybet li ser girîngiya çandî û dîrokî bê sekinandin. Em dikarin çanda Kurd bi cîhanê bidin nasîn.”