Projeya Şanogeriya Zarokan didome

  • 10:04 6 Tîrmeh 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên çand, huner û şopandina rewşa zarokan, bi rêya projeya "Şanogeriya Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" xwe dighînin zarokan, Şanoger û komên şanoyê yên ji zarokan pêk tê amade dikin.
 
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan bi 12 komên zarokan re di gulanê de dest bi projeya "Şanoya Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" kir. Di çarçoveya projeyê de perwerde hat destpêkirin. Di projeyê de de 200 zarok cih digirin.
 
Bi giştî 200 zarok tevli perwerdeyê bûne, piraniya wan zarokên pakrewan in. Dersên ku di perwerdeyê de tên dayîn der barê bikaranîna deng, behn û lîstikvaniyê de ne. Zarok dê cefenan (fabl) derxin ser dikê.
 
Der barê mijarê de endama Rêveberiya Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan Jûlya Xelo ji Ajansa ANHA'yê re axivî û got: “Komên ku beşdar bûne ji Qamişlo, Kobanê, Helebe, navçeya Dêrik, bajarokê Rimêlan, Kampa Waşûkanî û herêma Şehbayê ne. Navendên ku projeya şanogeriyê lê pêk tên, li ser bajar û navçeyên navborî belavkirî ne.”
 
Jûlya li ser armanca perwerdeya şanogeriyê ji zarokan jî wiha axivî: "Hestên zarokan dewlemendtir dikin. Li şûna derbaskirina demên vala bi lîstikên zarokan û şanoyê wan bêhtir nêzî civakê dikin û psîkolojiya neyinî ji ser zarokan radikin."
 
Jûlya da zanîn ku projeya Şanoya Zarokan dê 3 mehan an ku heta 19`ê Tîrmehê dewam bike û di dawiyê de dê şahiyên zarokan li Kobanê, Şehba û Qamişloyê li dar bikevin.