Hunermenda girtî Dîlan Cûdî Saruhan: Ez ê qet rast nebim

  • 09:04 4 Tîrmeh 2023
  • Çand û Huner
 
Marta Somek
 
STENBOL - Hunermend Dîlan Cûdî Saruhan a ku stranên wê yên bi kurdî yên li ser kompûtera wê wekî delîlên "endamtiya rêxistine" hatin dîtin û hat girtin, li girtîgeha ku 6 sal in lê tê ragirtin hilberîna xwe didomîne. Dîlan wiha dibêje: "Ez li ku dibim bila bibim, ez li pişt 7 dîwaran bim jî û li pişt têlên rêsayî jî bim ez ê rast nebim û li keda jinan xwedî derkevim."
 
Hunermendên Kurd jî di nav wan kesên ku herî zêde bi êriş, asîmîlasyon, qedexe û polîtîkayên qirkirinê yên hikûmetê yên li ser gelê Kurd rûbirû tên. Li kuçe û kolanan stranên kurdî jî weke “sûc” tên nîşandan, li muzîkjenên kolanan êriş tê kirin û tên binçavkirin. Bi dehan hunermendên kurd tên darizandin û bi salan di girtîgehê de tên girtin. Tevî vê yekê jî nirxên çandî di her şert û mercî de di gelek qadên wekî huner, muzîk û dîrokê de tên parastin. Yek ji navên tevlî vê têkoşînê bûye hunermenda girtî Dîlan Cûdî Saruhan e.
 
Dîlan a ku 6 sal in li Girtîgeha Bakirkoyê tê girtin û li dijî hemû zextan dest ji hilberîna xwe ya di warê hunerê de bernedaye pirsên ajansa me JINNEWS'ê bersivandin.
 
* Berî her tiştî rewşa we çawa ye? Hûn dikarin ji me re behsa binpêkirinên mafan ên ku li we hatine kirin bikin?
 
Binpêkirina mafan rojeva bingehîn a pirsgirêkên ku em li girtîgehê dijîn pêk tîne. Li her cihê ku tê xwestin beden û îrade were desteserkirin ne pêkan e ku binpêkirinên mafn pêk neyên. Li vir gelek zext û zorî li min hatin kirin. Beriya her tiştî, dosyaya ku ez jê 6 sal in girtî me hê jî nehatiye biencamkirin, ev ji bo min binpêkirina mafan e. Lê belê mafê herî serke ku tê binpêkirin jî mafê tendirustiyê ye. Tevî ku em ji azadiya xwe bêpar in jî mafê hemû girtiyan e ku bi awayekî li gorî rûmeta mirovahiyê xizmeta tenduristiyê bigirin. Tevî ku ev maf ji aliyê hemû dewletên hiqûqî ve hatiye misogerkirin jî ne ehleqî ye ku di dema muayeneyê de peywirdarên girtîgehê amade bin û bêyî ku kelepçe bê vekirin mayene bê kirin. Bi taybetî ev rewş bi armanca zextê li girtiyên siyasî tê ferzkirin û vediguhere îşkenceyê.
 
Bijîşk daxwaznameyê lêkolîn dike!
 
Wekî din, sewqkirina nexweşxaneyê ji hêla bijîşkê nexweşxanê ve dijwartir dibe. Her wiha bijîşkê nexweşxanê pirsgirêkên tenduristiyê yên li ser daxwaznameyê dixwîne û bêyî ku rû bi rû muayene bike reçeteyekê dinivîse. Belavkirina dermanên muadîl roj bi roj zêde dibe. Di warê tenduristiyê de pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû dimînin ev in. Ji xeynî van, kotaya pir kêm a pirtûkan û dirêjbûna demên belavkirina pirtûkan jî pirsgirêkek din e. Kotaya pirtûkan di bin navê başkirina şert û mercan de jî nayê fikirin. Bi dîtina min ev biryar bi taybetî ji bo girtiyên siyasî ye.
 
Pergala rêveberiyê ya cezakirina keyfî 
 
Kêmbûna saetên serdanê, dereng belavkirina nameyan, ji ber sedemên kêm cezayên dîsîplînê, destûra ketina girtîgehê ya hin weşanan, qedexeyên kêfî yên ferdî yên li ser naveroka pakêtên ku ji derve tên... Pêwîste li binpêkirinên din bên zêdekirin ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi xwe hatiye afirandin. Îdare me ji hin mafan bêpar dihêle û me bi sîstemeke cuda ceza dike. Ji bilî biryarên qedexekirinê yên li girtîgehan ti biryarên din ji bo girtiyên siyasî nayên girtin. Li girtîgehê yan herti qedexe ye an pir pir kêm e.
 
* Bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 9 sal cezayê girtîgehê li we hat birîn, ji ber ku we ji hevalê xwe re peyam nivîsiye "li dijî jiyana asayî" hat dîtin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
 
Rewşa min di rastiyê de nêrîna mekanîzmaya kontrolê ya li Tirkiyeyê ya li ser jinan nîşan dide. Li vir jiyan qedexeya nasname, zayend, cihê rûniştin û jidayikbûna kesan serbixwe nayê hesibandin. Kesê van hemû faktoran ji yekî re radigihîne "berevajî herikîna jiyanê ye". Tê dîtin ku potansiyelek a çêkirina sûc heye. Ji ber ku desteserkirina azadiyê bûye tiştekî asayî, tevî delîlên, bi hinceta "Berevajî jiyana asayî" hatim girtin. Nivîsên min ên muxalîf ên li ser medyaya civakî û stranên kurdî yên li ser kompîtura min têra min kir ku ez bibim endama rêxisitnê. Yanî jinbûn, kurdbûn, muxalifî ji bo mehkûmkirina sûc wekî hincet bes dike. Mijareke din jî pirsgirêka bêalîbûna dadwerî û hêdîbûna dadweriyê ye, ku min di destpêkê de behs kir û ji aliyê gelek kesên wek min ve jî tê dîtin û ragihandin. Ev mijarên pir girîng û cidî ne. Divê çareseriyeke lezgîn bê dîtin.
 
Ev hemû pirsgirêk ji nebûna îradeya siyasî derdikevin. Ji bo girtiyê ku bi salan e di girtîgehê de ye, nezelaliya mezin a darazê heye. Ev bi serê xwe rewşeke tundiya derûnî ye. Divê em ji xwe bipirsin, dadgeh çalakiyê an jî nasnameya kes didarizîne?
 
* Piştî ku hûn ketin girtîgehê jî we xebatên xwe yên hunerî berdewam kir. Tu dikarî ji me re bibêjî ku tu dema hatî girtin te çawa hilberîna xwe domand û vê çawa bandor li ser te kir?
 
Ji ber ku tişta bi navê hilberîna hunerî bi xebateke kolektîf derdikeve holê, min di girtîgehê de di warê madî û parastina berhemê de zehmetî dît. Li vir tiştên herî ji rêzê ên kirtasiyê jî qedexe ne. Tiştên mîna band û meqesê . Ji boyaxê nebêjin :) Hin tişt an nayên firotin an jî qedexe ne. Ji ber vê yekê min gelek tişt di derbarê materyalê de ji xeyal, ceribandinê re hişt û hewl da ku lê bikolim. Min malzemeyên makyajê bi kar anî, min paçên dirûtinê çêkir. An jî min hewl da ku tiştên hazir berhev bikim. Lêbelê, domandina hilberînê an parastina materyalê pirsgirêkek mezin e. Her meh bi rêkûpêk 'lêgerînên qawîşê' tên kirin û bi fermana wezaretê jî lêgerînên taybet tên kirin. Bi gelemperî, di dema lêgerînê de, tişt û kincên we dikarin belav bibin, zirarê bibin an jî winda bibin.
 
Berhemên min hatin desteserkirin
 
Di dema lêgerînê de tenê yek an du girtî dikarin bi tîmek ji dehan gardiyanan re bibin. Ji ber vê yekê, dema ku mirov ne li qawîşê be, dibe ku haya mirov ji tevliheviya hundur tune be. Di vê gavê de, kar an materyalên mirov dikare ji hêla gardiyanek ve were dîtin û bi gotina "qedexe ye" bê desteserkirin . Mînakî, di 29'ê Cotmeha 2022'yan de lêgerînek awarte hebû. Wêne, pirtûk, defter, tiştên bê nivîsên nivîskî ji bo lêkolînê derxistin derve. Em jî li hewadariyê girtî bûn. Paşê çend meh şûnda hin tiştên me dan, hin jî nedan. Li ser wan lêpirsîn hat vekirin. Gelek berhemên edebî yên ku min nivîsandine, wek çîrok, helbest, winda ne. Hîn jî nêzî sed rismên min nînin. Ev tiştên neyînî gelek bandorê li mirov dikin.
 
* Di nameyeke xwe de we gotiye, "Ez li ku dibim bila bibim, ez li pişt 7 dîwaran bim jî û li pişt têlên rêsayî jî bim ez ê rast nebim û li keda jinan xwedî derkevim. Hûn dikarin behsa vê fikra xwe bikin? 
 
Ez dibêm ku nameya ku min şandibû di amadekirina wê de ji bo çapkirinê pirsgirêk derketibû. Ji ber ku min got 7 derî, 21 qefle. Ji bo vekirina her derî divê sê qefle bêne vekirin û her korîdor derdikeve blokekê û hewandankê. Ji aliyekî din ve, blok ji zêdetirî yek wargeh, jûreyek, hewayê an hucreyê vedibin. Ji bo derketinê, pêdivî ye ku 7 derî bên vekirin. Nizanim li her derê wisa ye, lê li vir wisa ye. Her tim anons tên kirin û hin talîmat tên dayîn. “Belavkirina derman dest pê kir, ji bo girtina derman xwe amade bikin, hejmartin dest pê kir, ji bo hejmartinê amade bibin, ji bo hevdîtinê amade bibin, ji bo hevdîtina parêzer amade bibin” hwd. gelek daxuyanî. Ev tiştên ecêb in.
 
Ez ê tu carî rast nebim!'
 
Ez vê jî zêde bikim ku her jinek ku ez li vir wextê xwe pê re derbas dikim gelek keda wê li ser min heye. Hem ji aliyê manewî ve hem jî bi pêşniyarên ku di berhemên xwe de kirine ez ji wan gelek tişt fêr bûm. Min her tim di nivîs, rojnivîsk û berhemên xwe de hewl daye van rave bikim. Ligel serpêhatiyên hovane yên ku wan dîtibûn jî rastiya ku dev ji jiyan û têkoşînê bernedan li fikir û ruhê min belav bû. Ez ji ber nasname, fikir û jinbûna xwe tu carî rast nabim.
 
* Dîsa te gotina “Ez niha di deryayeke mezin mîna masîyekî reş û biçûk li rêya xwe digerim” bi kar aniye. Hûn dikarin ji me re behsa têkoşîna xwe bikin û we çawa di girtîgehê de derbas kir?
 
Çîroka Samed Bahrengî ya bi navê “Masiyê Reş ê Biçûk” her kes dizane. Dema ku bavê min ev pirtûk ji min re kirî û piştî ku ez di girtîgehê de bûm ji min re şand ez jê pir bandor bûm. Ew diçe deryaya mezin da ku di tariyê de fêr bibe. Di wê nameyê de min nivîsî, û niha ez xwe wekî masiyek reş ê piçûk hîs dikim. Di girtîgehê de mayîna min min ji jiyanê, daxwaza min a hînbûnê û heyecana min dûr nexist. Ez her roj tiştek nû fêr dibûm û hewl didim ku refleksên nû pêş bixim. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku ez çi bikim bila bibe, divê tiştek baş be. Wekî din, ev cîh dikare bibe bîrek kor. Bi awayekî xwezayî, ez her roj bi xwe re şer dikim û hewl didim ku aliyên xwe yên kevn û bêwate derbas bikim.
 
* Peyamek, bangek, an tiştek ku hûn dixwazin bibêjin heye?
 
Bi dîtina min divê jin êdî tîşta dixwazin vekirî bînin ziman.  
 
* Daxwaza we ya herî dawî çi ye? 
 
Ez dixwazim darekê  hembêz bikim.