KASED bi projeya ‘Îjar jî ji vir de lê binêre’ dest bi xebatên nû dike

  • 09:11 20 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
Rojda Aydin
 
AMED - Rêvebera KASED’ê Devrîm Demîr, bal kişand ser kar û barê xebatên komeleyê û diyar kir ku bi dirûşma “Îjar jî ji vir de lê binêre” ji bo jinên li Rêzanê dijîn dest bi projeyeke nû dikin û got: “Ji bo têkiliyeke xurt a civakî projeyek bi vî rengî li pêş xistine. Em dixwazin tekiliya jinan bi hunerê xurt bibe û guhertinekî pêk bînin." 
 
Di sala 2016’an de piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin, gelek saziyên çand û hûnerê yên girêdayî şaredariyan hatin girtin. Ligel êriş, bişaftin û zextan xebatkarên çand û hûnerê dev ji afirandina xwe ya çandê bernedan û saziyên çandê vekirin. Yek jî ji wan komeleyan Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) bi dirûşma “hûner ji bo her kesî ye” hat vekirin. 
 
Ji ber nexweşiya Covîd-19'ê vekirina komeleyê hat taloqkirin û komele di 5’ê îlona 2021’ê de bi coşek mezin hat. KASED niha ji bo jin û zarokan projeyên nû diafirinê hewl dide bi hunerê xwe bighîne civakê. Derbarê kar û xebatan de rêvebera KASED’ê Devrîm Demîr, ji ajansa me re axivî 
 
Ji bo jin û zarokan xebatên çandê 
 
Devrîm, anî ziman ku di dawiya sala 2019’an de KASED bi aweyek fermî hatiye vekirin û bi lêv kir ku ji ber pandemiyê ew neçar mane ku vekirina saziyê taloqê dîrokek din bikin û wiha axivî: "Ji ber pandemiyê xebatên ku me plansaziya wê kiribû mixabin di dema xwe de dest pê nekir. Lê me di serê îlona 2021’ê de bi bernameyekê taybet komeleya xwe vekir û me dest bi xebatên xwe kir. Piştî vekirinê kursên me dest pê kir. Kursên muzîk, wêne, ziman û wêjeya kurdî, dersên jineolojî û govendê hatin destpêkirin. Ev kusên me hîn jî berdewam dikin. Ji xeynî van jî KASED ne tenê bi navendê re sînordar ma. Li bajarên din jî plansazî hatin çêkirin. Me hem konser li darxistin û hem jî panelên ku mijarên wan li ser jin, çand û hunerê li darxistin. Ji bo zarokan jî kargehên hunerî hatin lidarxistin. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ev xebat hatin meşandin û hêj jî ev xebat didomin. Ji roja hat vekirin heta îro xebatên KASED’ê bi vî rengî berdewam dikin."
 
‘Me xwe gihand bi hezaran jinan’
 
Devrîm, da zanîn ku ji vekirina komeleya xwe heya îro xwe gihandine gelek jin û zarokan û wiha bi lêv kir: “A rastî daneyek di destê me de tune ye lê ji ber ku me tenê ne li Amedê, li gelek deveran û heta li gelek gundan jî me xebat da meşandin. Ez dikarim bêjim ku KASED'ê di nava demek kurt de xwe gihand bi hezaran jinan. Di heman demê de KASED li deverên erdhejê jî bi awayekî aktîf bi hefteyan xebat da meşandin. Hîn jî tekiliyên me bi wan deveran re berdewam dike. Heya demekî bi awayekî dildarî me ji bo pêşwazîkirina pedîviyên jiyanî têkiliya xwe bi koordînasyonên li wan deveran re berdewam kir. Piştî ku li herêma erdhejê hin tişt bi peryodî hatin rûniştandin em vegeriyan. Me got êdi pêve em dikarin çi bikin? Di encamê de me bi saziyên çandê yên dinê re ji bo herêmên erdhejê plansaziya 2 salan derxist. Di nava plansaziya me de ji bo jin û zarokên bûne mexdûrên erdhejê li dar xistina kargehên hunerî hene."
 
Bi hunerê alîkariya derûniyê dikin 
 
Devrîm, da zanîn ku ji ber travmayên pir mezin ên li heremên erdhêjê hatin jiyîn wan pêdivî dîtine ku li wan deran xebatan bimeşînin û wiha axivî: “Her cihê ku mirov û zindî lê hene, pêdivî bi şênkirina wê derê heye. Erdhejek pir mezin çêbû û tofanek pir mezin hat jiyîn. Bajar ji holê rabûn. Bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest da. Niha bi travmayên mezin re hewl didin ku jiyana xwe bidomîn in. Karê me tenê xebatên çand û hunerê ye û em hewl didin ku bi hunêrê alîkariya derûniyê bikin. Bandoreke hunerê ya bi vî awayî heye. Em dikaribin bibin parçeyekî ji nû ve avakirinê."
 
Ji bo jinên li Rêzanê dijîn proje 
 
Devrîm, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên komeleyê: "Niha ji bo pêşerojê çend projeyên me hene. Bi dirûşmeya 'Îjar jî ji vir de lê binêre' ji bo jinan dest bi projeyeke nû dikin. Xebatên projeyê ku dê di 22’yê hezîranê de dest pê bike, dê di 22’ê tebaxê de bi dawî bibe. Em ê bi 40 jinê re dest bi vê projeyê bikin. 40 jinên ku temenê wan di navbera 18 û 45 salî de ne dê di vê projeyê de cih bigirin. Ev proje zêdetir ji bo jinên ku li taxên Rezan dijîn hat amadekirin. Me projeyê wiha daye pêşiya xwe. Ji ber ku jinên ku li vê dere dijîn tekiliya wan a civakî re gelekî kêm in û bi gelemperî li malê ne. Em dixwazin bigihijin wan jinan û tekiliya wan bi hunerê re çêbikin. Naveroka vê projeyê jî zêdetir li ser veguherandinê ye û em armanc dikin ku hişmendiya veguherînê bidin avakirin. Du kargeh dê bên lidarxistin. Kargehek li ser muzîkê ye û yek jî li ser wêneyê ye. Di van kargehan de alav û amûrên ku dê bên bikaranîn, tiştên ku hatine avêtin, tiştên ku edî pêdiviya malê û mirov bi wan nemaye bên pêşwazîkirin. Em ê hem wêneyên xwe bi wan çêbikin û hem jî amûrên xwe yên muzîkê bi wan çêbikin. Di destpêkê de ji xwe em ê rojekî li ser zayenda civakî û rojekê jî li ser ekolojiyê kargehan li dar bixin. Piştre ev 40 jin dê bibin du beş. Di her kargehekê de 20 jin hebin. Ev projeya me dê nêzî du meh û nîvan berdewam bike. Di dawiyê de dê pêşengeha wêneyan bê vekirin û konserek bê lidarxistin. Bi vî awayî proje dê bi dawî bibe. Daxwaza me ev e ku jinên ku derfetên wan tunene ku amûran bistînin û hîn bibin werin KASED’ê û li vê derê hem bi amûrên rîtmê yên xwezayî muzîkê çê bikin û hem jî hişmendiya veguherînê pêk bînin. Hîn jî serlêdan berdewam dikin."
 
Jin û qada hunerê 
 
Devrîm a ku jinan bi gotina “Jin bîra veşartî ya hûnerê ye” pênase dike wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çend jin di hunerê de pêşketibe jî nayê dîtin û qebûlkirin. Hemû derfet ji destên jinan hatiye standin û bêhtir di pişt perdeyê de mane. Îro em dibêjin ku jin divê êdî li bîra xwe vegere û li yên aîdê xwe xwedî dekevin. Herçend jin niha dikarin di nava qada hunerî de cih bigirin jî bi sedan zehmetî li pêşiya jinê heye. Mirov dema wek sektor bi nav bike, ev sektora hunerî zêdetir di bin bandora mêr de ye. Hişmendî bi tena serê xwe nêr e. Ji ber vê yekê jinên ku bi awayekî li ber xwe dane û xwe dane qebûlkirin, bi nasnameya xwe li dijî vê hişmendiyê şer dikin. Ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî hunermendên jin bi zehmetiyan re rûbirû dimînin. Her roj bi qedexe û êrişan re rû bi rû dimînin. Li ser yek gotinê konserên wan tên qedexekirin. Wek jinên kurd em fêrî van tiştan bûne. Ji ber ku ev qedexe bi salan e li ser me berdewam dike û em bi awayekî peryodîk bi wan re rû bi rû dimînin. Dema ku em lê dinêrin bi pêşketina siyaseta rastgir ev hişmendî bêhtir tund bûye. Jin bûye hedefa îktîdar û siyaseta rastgir."
 
‘Divê jin di nava hunerê de cih bigire’
 
Devrîm, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bangawaziya min ew e ku divê jin xwedî li destkeftî û nasname xwe ya hunerî derkevin. Divê jin bêhtir di nava çalakiyên hunerî de cih bigirin. Ji ber ku huner jiyanê xweşik dike û ya ku jiyanê xweşik dike jî jin be, wê demê çima jin di hûnerê de ne berbiçav e.”