Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir

  • 16:30 19 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
WAN - Qeymeqamtiya Tetwanê bêyî sedemekê nîşan bide, lîstika ŞanoWanê ya bi navê “Haylo Dîsa Tevlihev bû” qedex kir. 
 
Di pêşengtiya Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê de lîstika ŞanoWanê ya bi navê “Haylo Dîsa Tevlîhev bû” dê li navçeya Tetwanê bihata pêşkeşkirin. Qeymeqamtiya Tetwanê bêyî ku tu sedeman nîşan bide pêşandana listikê qedexe kir. 
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî biryara qedexekirinê da û ev tişt gotin: “Ev biryara qedexeyê ji gelê kurd re hatiye dayîn. Em vê biryarê û biryarên dişibin vê nas nakin. Li dijî van qedexe û sansuran şert û merc çi bibin bila bibin, em ê nunertiya çand û zimanê xwe û pêkanîna hunera xwe bidomînin.”