6'emîn Mîhrîcana Fîdan Dogan hat lidarxistin

  • 10:33 19 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan de ku îsal cara 6’emîne hat lidarxistin peyama, “Ev têkoşîn wê bidome. Em heqîqetê dizanin. Edaletê pêk bînin” hat dayîn. Di mîhrîcanê de gelek çalakiyên çandî hatin lidarxistin.
 
6’emîn Mîhrîcana Jinê ya Fîdan Dogan (Rojbîn) li Qada Stalîngrad a dîrokî ya Parîsê pêk hat. Dîwana dengbêjiyê ya jinan, standên çandê, koma Ma-zarok, performansa dikê û ji 4 aliyên Kurdistanê hunermendên jin û Kurdistaniyên li Parîsê dimînin, bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Tolhildana me wê şoreşa jinan be" hatin cem hev.
 
Mîhrîcana îsal a ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê TJK-F ve hate lidarxistin û diyarî endama Tevgera Jinên Kurd a Fransayê Evîn Goyî hat kirin ku di 23’ê Kanûna 2022’yan de li Parîsê şehîd bibû. Jinan di dîwana dengbêjiyê ya ku di danê sibehê de hatibû vekirin de li ber karê destan stran gotin û ekîba Ma-zarok jî bi zarokan re atolyeyên rîtm û resmê lidar xist.
 
Li qadê gelek atolyeyên çandê û konên enformasyonê xizmet didan. Saet di 14.00’an de bi deqîqeyek rêzgirtinê bernameya li ser dikê dest pê kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê senator Laûrence Cohen ku malvaniya festîvalê kir, parlamenter Danîelle Sîmonnet, li ser navê Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat û dayikên şehîdan li ber pankarta bi nivîsa "Evîn jiyan e, jiyan jin e" cihê xwe girtin.
 
Li ser dikê ev tişt hate gotin, “10 sal berê têkoşerên pêşeng Sakîne, Fîdan û Leyla û di 23'ê Kanûnê de jî Evîna me qetil kirin. Îsal em 6'emîn mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan ku parçeyek ji têkoşîna heqîqet û edaletê ye ku ev 10 sal in em dimeşînin li dar dixin. Me mîhrîcana xwe ku parçeyek ji têkoşîna li dijî kuştina jinan a li Parîsê ye diyarî Emîne Kara-Evîn Goyî kir. Em ê bi hev re cîhanê biguherînin û em careke din dibêjin, tola me wê bibe şoreşa jinê."
 
'Ev têkoşîn wê bidome'
 
Mîhrîcana îsal bi awayekî sembolîk ji aliyê du siyasetmedarên jin ên girîng ve hat lidarxistin. Li ser navê TJK-F'ê Cemîle Renkçay, li ser navê CDK-F'ê Xane Akdogan, senator Laurence Cohen ku di lêgerîna edalet û heqîqetê de her tim li cem jinên Kurd sekinîniye û Parlamentera Tevgera Bêdawî Danielle Simonnet li kêleka jinên Kurd li qada Stalîngradê cihê xwe girtin. Hem siyasetmedar hem jî jinên Kurd gotin, “Ev têkoşîn wê bidome. Em rastiyê dizanin, edaletê pêk bînin."
 
Di mîhrîcanê de gelek çalakî hatin lidarxistin û gelek sazî jî di nav de KJK, malbata Evîn Goyî û Koordînasyona Jinan a Neteweyî ya Fransayê peyamên nivîskî şandin. Dema atolyeya zarokan li qada Atolyeya Evîn Jin-Kar pêk hat, pêşandana folklorê ya Meclîsa Jinê ya Evry Çîçek Botan, dansa gelêrî ya Tamîlî û konê dengbêjiyê yê dayikan bal kişand.
 
Di mîhrîcana ku jinên Fransî, Tamîlî, Efganî, Ermenî, Kabîl û Emerîkaya Latîn bi jinên Kurd re hatin cem hev, herikîna sehneyê wiha bû; Beyan, Bermal Çem, Jin Ma, Mizgîn Tahir, Dîda & Piya.