Li Elmanyayê Festîvala Zîlan dest pê kir

  • 16:04 17 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 17’emîn Festîvala Zîlan a ku ji aliyê YJÎ-E li Elmanyayê ve tê organîzekirin, li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî Ji Kurdistanê ber bi Cîhanê ve” dest pê kir.
 
17’emîn Festîvala Zîlan a ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd (YJÎ-E) li Elmanyayê ve tê organîzekirin, li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Ji Kurdistan ber bi Cîhanê ve” dest pê kir. Festîvala Zîlan a ku ji bo Evîn Goyî ya di komkujiya 23'yê Kanûnê ya li Parîsê de jiyana xwe ji dest da hat diyarîkirin, bi paneleke li ser şoreşa jinê û destkeftiyên jinên Kurd dest pê kir. 
 
Rojnamevan Zeynep Gunerî moderatoriya panelê kir û Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya, Endama KEJAR'ê Meryem Fethî û aktivîsta TJK-E Zîlan Diyar weke qiseker beşdar bûn.
 
Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya ku di panelê de axivî, geşedanên li ser şoreşa jinê ya li Bakur nirxand û got, “Li Bakur bingeha şoreşa Jin Jiyan Azadî hat avêtin. Jinên Kurd li ser esasê felsefeya Rêbertiyê bi têkoşînê hatine van rojan. Di şoreşeke ku jin tê de nebe ew şoreş pêk nayê. Di qada siyasetê de jinên Kurd hem li hemberî dewletê hem jî li hemberî zilamê serdest têkoşiyan. Sîstema Hevserokatiyê di rojekê de pêk nehat. Pêşî me ji bo kotaya ji sedî 50 têkoşiya, piştre jî pergala Hevserokatiyê pêk anî. Ahmet Turk û Aysel Tûglûk piştî bûn hevserok cara ewil ev maf li hemû qadan hate bidestxistin. Bi pergala hevserokatiyê re li gelek şaredariyên me 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê weke betlaneya fermî hate îlankirin. Dîsa li dijî qetlîamên jinan, saziyên jinan ên azad hatin avakirin. Dîsa ji bo azadiya aborî ya jinan gelek xebat hatin kirin. Ev hemû pêşketin parçeyek ji şoreşa jinê ne."
 
Elîf Kaya, da zanîn ku geşedanên di şoreşa jinê de jî bala dewletê kişandiye û got, “Dewletê bi desteserkirina hemû şaredariyên me hemû saziyên jinan girtiye. Armanca desteserkirina qeyûman astengkirina destkeftiyên jinan bû. Wê demê pergala Hevserokatiyê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qedexekirin. Bi van êrîşan re bi sedan jin hatin destgîrkirin û girtin. Di hilbijartinên dawî de me dît ku AKP’ê polîtîkayên xwe yên li ser esasê dijminahiya jinan dimeşîne. Divê jin li hemberî van hemû êrîş û xeteriyan zêdetir xwe bi rêxistin bikin û xwe bêparastin nehêlin.”
 
Piştre Endama KEJAR’ê Meryem Fethî axivî û der barê şoreşa Jin Jiyan Azadî ya ku li Rojhilat û Îranê destpê kir de nirxandin kir û got, “Jin bi mehan e li dijî rejîma Îranê têdikoşin. Ji bo vê berdêlên giran didin. Divê em hemû di her qadê de piştgiriyê bidin jinên Rojhilat û Îranê. Jin rastî destavêtinê tên, rastî êşkence tên û têne girtin. Tevî van hemû êrîşan jî jin gav paşde navêjin.”
 
Herî dawî aktîvîsta TJK-E Zîlan Diyar axivî û diyar kir ku destkeftiyên jinên Kurd ên îro, bi hêsanî nehatine bidestxistin û got: “Ev encama keda 40 salan e. Em têkoşîna xwe li ser esasê îdeolojiya azadiya jinê dimeşînin. Ji bo jinên Kurd bigihêjin vê qonaxê bi hezaran jinên şoreşger canê xwe feda kirin. Jin êdî di siyasetê de bûne kirde. Dîsa li 4 parçeyên Kurdistanê xwe diparêzin. Di êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê de dayik beriya her kesî pêşî li tankan digirin. Jinên cîhanê îro dixwazin ji ezmûnên jinên Kurd sûd werbigirin. Jin Jiyan Azadî ne tenê dirûşme, şoreşeke bi keda jinê pêk hatiye. Ji bo parastina van destkeftiyan divê em li her qadê bi hêztir xwe bi rêxistin bikin.”
 
Her wiha dê di bernameya festîvalê de wê gelek hunermendên ji Rojava û Rojhilat derkevin ser dikê, li Bakurê Kurdistanê komên ku ji zarokatiyê ve karên hunerê dikin wê hunera xwe nîşan bidin. Li gel komên govendê wê Jin Ma, Mizgîn Tahîr, Kevana Zêrîn, Eylem Aktaş, Beser Şahîn û Fîrmesk, her wiha komên muzîkê hunera xwe nîşan bidin.
 
Di festîvalê de wê li ser felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' panel bêne lidarxistin. Berhemên bi keda jinê hatine afirandin wê li standan bêne nasandin. Her wiha wêneyên jinan ên li ser mijara têkoşînê wê li binê konekî bêne nîşandan.
 
Ji bo zarokan jî wê li konekî cuda çalakî bêne lidarxistin.