Ji bo tevlîbûna Festîvala Zîlan bang hat kirin

  • 10:14 12 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan ku wê 17'ê Hezîranê li Gelsenkîrchenê bê lidarxistin, endama TJK-E'yê Nûpel Mûnzûr banga tevlîbûnê kir.
 
Endama Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Nûpel Mûnzûr anî ziman, Festîvala Jinê ya Zîlan ku kombûna herî mezin a jinên Kurd a li Elmanyayê ye, ji bo bîranîna şehîdên pêşeng ên Tevgera Jinên Kurd tê lidarxistin û diyar kir ku jin ên şehîd bûn, ev çanda berxwedanê ava kirin û ji bo ev çanda berxwedanê li her qada jiyanê belav bibe, banga tevlîbûnê li jinan kir.
 
Festîvala Jinê ya Zîlan ku îsal cara 17'an bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî ji Kurdistanê ber bi cîhanê ve' li bajarê Gelsenkîrchenê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) tê lidarxistin, wê 17'ê Hezîranê destpê bike. Festîval wê diyarî Evîn Goyî bê kirin ku 23'ê Kanûnê li Parîsê di komkujiyê de hate qetilkirin. Bi navê Komîteya Amadekar a Festîvalê endama TJK-E'yê Nûpel Mûnzûr ji ajansa ANF'ê re axivî û banga tevlîbûnê kir. 
 
Bi pêşengên Tevgera Jinê festîvalê li dar dixin
 
Nûpel, bi bîr xist ku li gelek welatên Ewropayê bi çanda jinê festîval têne lidarxistin û got: "Festîval bi navê jin ên şehîd ên pêşengên tevgera jinê têne lidarxistin. Zîlan ji bo me manîfesto ye. Ji bo jinan sembola azadiyê ye. Taybetmendiya festîvalên jinan çi ye, jin ên şehîd bûn çi ava kirin; ji bo vê girîng e. Jin ên şehîd çandeke berxwedanê afirandin. Bi sûdwergirtina ji vê çandê em her sal festîvalan lidar dixin. Em vê çandê ji pratîkê wêdetir weke felsefeyeke jiyanê, yekîtiyê, esasê jiyana civaka komunal dibînin. Lewma her sal bi navê pêşengên Tevgera Jinê festîvalan li dar dixin."
 
'Di aliyê hunerê de dixwazin pêş bikevin'
 
Nûpel, destnîşan kir ku di festîvala îsal de bi taybetî çanda berxwedanê wê li pêş be û wiha bi lêv kir: "Em dixwazin çanda neteweyî bidin pêş. Bi taybetî dixwazin ziman, reng, çand û taybetmendiyên jinê li pêş bin. Çanda ku jin ên pêşeng afirandine em dixwazin hîn bêhtir bigihînin jinan û jinan di vê çarçoveyê de birêxistin bikin. Em dixwazin jinan bi vê çanda têkoşînê bidin naskirin û vê çandê hîn bêhtir belav bikin. Ev yek çanda me ye, ji bo vê jî divê çanda jinê belav bibe. Em Gelê Kurd xwedî çandeke dewlemend e. Lê belê dixwazin ji aliyê estetîk ve hîn bêhtir bi pêş bikevin. Ji aliyê hunerî ve em dixwazin hîn bêhtir bi pêş bikevin."
 
'Şoreş şoreşa jin jiyan azadiyê ye'
 
Nûpel, li ser bernameya festîvalê agahî da û diyar kir ku wan ji xwe re kirine esas ku jinên li çar parçeyên Kurdistanê xwe îfade bikin û wiha axivî: "Me bi taybetî ew jin vexwend festîvalê ku demeke dirêj di nava têkoşînê de ne û têkoşîna çandî dimeşînin. Li Rojhilatê Kurdistanê piştî ku Jîna Emînî hate qetilkirin têkoşîneke şoreşa jinê destpê kir û li cîhanê belav bû. Têkoşîneke jinê ye ku hîn dewam dike. Ev şoreş şoreşa 'Jin, jiyan, azadî' ye." Nûpel, ragihand ku bernameya festîvalê bi rengekî welê hate birêxistinkirin ku xitabî çar parçeyên Kurdistanê bike û destnîşan kir ku di cewhera bernameyê de wan ji xwe re kirine esas ku çanda bi pêşengiya jin ên pêşeng ên şehîd hatiye afirandin, vebêjin.
 
Ji bo zarokan bernameyên taybet
 
Endama TJK-E'yê Nûpel Mûnzûr diyar kir ku di çarçoveya bernameya festîvalê de ew girîngiyê didin çalakiyên perwerdeyî yên ji bo zarokan û got, "Di festîvalê de wê ji bo zarokan bernameyên surprîz ên cuda hebin. Em dixwazin zarok bi çanda xwe hîn bibin û bipejirînin. Ji bo karibin bi lîstikên Kurdî bilîzin, me ji bo zarokan konekî taybet danîn."
 
Hunermendên Rojava û Rojhilatî
 
Di bernameya festîvalê de wê gelek hunermendên ji Rojava û Rojhilat derkevin ser dikê, li Bakurê Kurdistanê komên ku ji zarokatiyê ve karên hunerê dikin wê hunera xwe nîşan bidin. Li gel komên govendê wê Jin Ma, Mizgîn Tahîr, Kevana Zêrîn, Eylem Aktaş, Beser Şahîn û Fîrmesk, her wiha komên muzîkê hunera xwe nîşan bidin.
 
Di festîvalê de wê li ser felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' panel bêne lidarxistin. Berhemên bi keda jinê hatine afirandin wê li standan bêne nasandin. Her wiha wêneyên jinan ên li ser mijara têkoşînê wê li binê konekî bêne nîşandan.
 
Ji bo zarokan jî wê li konekî cuda çalakî bêne lidarxistin.