Hunermenda Kurd Fecrî Xurveş jiyana xwe ji dest da

  • 18:27 11 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
WAN - Şanoger, lîstikvan û pêşkêşvana televîzyonê ya Kurd a navdar Fakhrî Khoros (Fecrî Xurveş) duh êvarê li DYA’yê jiyana xwe ji dest da. 
 
Şanoger, lîstikvan û pêşkêşvana televîzyonê ya Kurd a navdar Fakhrî Khoros (Fecrî Xurveş)  ya ji bajarê Kirmanşah a Rojhilatê Kurditsanê ye duh êvarê li bajarê Los Angeles a DYA’yê jiyana xwe ji dest da. Fecrî k udi 31’ê Gulan a1929’an de li Kirmanşah hatibû dinê, piştî perwerda akademik temam kir şûnde mamostetî kir.  Di salên ewil yên mamostetiyê de dest bi şanoyê kir û bi fîlmê ‘ji bo te’ pêngav avêt.
 
Fecrî, bi kesên navdar yên wek  Ezzatullah Tzami, Ali Nasirian, Jamshid Meshaykhi, Mohammad Ali Keshavarz, Jamshid Laigh û Parviz Fenizadeh di rol girt û lîstikên gelek nivîskaran yên wekê Jafar Vali, Abbas Javanmard  lîst.