Li dijî rizandina civakî teşwîqê hunerê dikin

  • 09:02 10 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên li Îzmîrê koma wêneyan ava kirin, pêşangeha wêneyan vekirin. Meryem Gulbudak a di pêşangehê de berhemên wê jî cih digirin, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji ber huner di bin zextan de ye dibe sedema rizandina civakî û got li dijî vê divê zêdetir teşwîqê hunerê bê kirin.
 
Li Îzmîrê bi pêşengiya jinan du sal berê koma wêneyan hat vekirin. Endamên komê xebatên du salan bi pêşangehekê derxistin pêşberî hezkiriyên wêneyan. Pêşangeh li Navenda Dan û Stanê ya Park Bornova di navbera 3-7’ê Hezîranê de pêk hat. Tabloyên Hacer Varlik, Sacîde Yurdakul, Nadîre Ekmen, Merhem Gulbudak, Cemîle Gençal, Zubeyde Sezen, Nagehan Çakir, Alî Riza Taş û Alî Yoruk cih girtin. 
Wênesaza amator Meryem Gulbudak ku tabloyê wê di pêşangehê de cih girt diyar kir ku huner mirovan dike mirov, cîhan hest û fikr dewlemend dike û qadeke bi vî rengî ye. Meryemê wiha vegot: “Mirov çiqas bi hunerê re eleqeder bibin wê rih, ziman û hestên wan evqas xweş bibin. Divê her kes bi hunerê re eleqeder bibe. Yên bi hunerê re eleqeder nebin, xwezayê jiyanê û civakê baş nas nakin. Huner qadek gelek dewlemend e. Divê her kes bi tiştekî re mijûl bibe. Ger perwerde bê girtin wê baştir be.”
 
Hunerê teşwîq dike
 
Meryemê anî ziman ku navendên dan û standinê navendên civakên bikarhêner e û got AVM be jî ew hunerê dibin qada cemawerî û teşwîqê hunerê dikin û wiha dirêjî dayê: “Ya ez dibînim, zarok gelek eleqeder in. Dê û bavên xwe bi zor tînin. Ev gelek girîng e. Li Tirkiyeyê huner di bin zextan de ye. Konser, şahiyên gel, mîhrîcan her diçin kêmtir dibin. Bi şev piştî 00.00’an şûnde muzîk qedexe ye. Ev zext in. Ev kêmasî ne. Konser tên astgengkirin. Hunermend bi vê jiyana xwe didomîne. Wê çawa debarê bikin.”
 
Huner bê astengkirin wê civak birize
 
Meryemê wiha dawî lê anî: “Ez mamosteya teqawît im. 50 sal berê di dibistana seretayî de dersên muzîk, wêne û hunerê bi giranî dihatin dayîn. Wê demê herî kêm sê saet ders dihatin dayîn. Wê demê eleqeya min ji wêneyan re hebû. Huner pir girîng e. Huner bê astengkirin wê civak birize. Her roj tundî li jinan tê kirin. Jin tên qetilkirin. Em di civakek wisa de dijîn. Ger ku huner zêdetir bihata dayîn wê civak wisa nebûya. Huner tunebe, civak pêş nakeve, aştî pêk nayê. Ji ber vê polîtîkayên hunerê şert in. Mifteya çareseriyê jî azadî ye. Divê qedexe bên rakirin.”