Li Amedê pêşangeha zarokan

  • 21:38 9 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Pêşî Zarok û Culture Cîvîcê ve zarokên ku wêneyên xêz kirine û kişandina hat pêşandan. 
 
Bi pêşangeha Komeleya Pêşî Zarok û Culture Cîvîc ve di çarçoveya projeya “Rêwîtiya Ber Bi Cihana Anîmasyonê ve” zarokên ku di atolyeyan de xebatên ku kirina fînala wê li dar xistin. Bernameya ku li hewşa Komeleya Pêşî Zarok hat lidarxistin de, zarok û malbatên wan tevlî bûn. Di bernameyê de atolyeyên li ser mijarên cuda hatin lidarxistin. 
 
‘Ev xebat bi pêşengiya zarokan pêk hat’
 
Beriya destpêka bernameyê koordînatorê projeye Mazlûm Menguç, axaftinek kurt kir. Mazlûm, destnîşan kir ku ew bi tevî Culture Cîvîc re vê projeye dimeşînin û got: “Navê projeya me rêwitiya ber bi cihana anîmasyonê ve ye û me bi vê yekê xwest fikren xwe bînin ziman. Dema ku me vê projeye li dar xist bikirîn ku wek fragman be. Me 5 atolye pêk anî. Ev xebat bi pêşengiya zarokên me de bû. Me azadî û demokrasiye ji xwe re esas girt û bi vê yekê re nêz bûn.”
 
‘Cihana zarokan…’
 
Piştre perwerdekar û zarokan, derbarê atölyeye de hêstên xwe anîn ziman. Herî dawî rêvebira komeleyê Mûkkaddes Alataş axivî û wê jî ev tiştan bi lêv kir: “Dema ku zarok ev anîmasyonan xêz kir, fikre wan ê li nêrîna jiyanê û perspektîfa  zayendperestî ya civakî çawa digirin dest derket holê.”
 
Piştî bernameyê, atolyeyên avakirina qerakterê û di cihana zarokan de hevdîtin, teknîkên wêneyan, nivîsandina senaryoyê, Anîmasyona 2D û Anîmasyona 3D hat lidarxistin. 
 
Di dema atolyeye de kesên beşdarê bernameyê bûn eleqeyek mezin nişandan. Piştre bername bi dawî bû.