26'emîn Mîhrîcana Filmên Jinê ya Uçan Supurge bi dawî bû

  • 14:50 9 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
ENQERE - 26'emîn Mîhrîcana Filmên Jinê ya Uçan Supurge bi merasîma girtinê bi dawî bû. Di mîhrîcanê de 66 filmên jinan hatin pêşkêşkirin.  
 
Ji aliyê Weqfa Uçan Supurge her sal di sînemayê de ji bo keda jinê bê xuyakirin mîhrîcana filman ji aliyê Uçan Supurge ve tê lidarxistin. 26'emîn Mîhrîcana Filmên Jinê ya Uçan Supurge bi dawî bû. Di merasîma girtinê de ji bo kesên piştgirî dane mîhrîcanê jinan sipasiyên xwe pêşkêş kirin. Jinan xelatên FIPRESCI jî dan xwediyê wan. 
 
Xelatên FIPRESCI hatin dayin
 
Şêwirgehê senaryoyê, akademisyen û nivîskara sînemayê Ayla Kanbur, Rexnegira sinemayê ya Fransayê Hélène Robert û rexnegira sinameya Polonyayî û rojnameger Piotr Czerkawski endamên juriyê bûn. Xelata FIPRESCI dan derhênera Meksikayî Lila Avilés.
 
Derhêner Lila Avilés a xelata xwe girt di destpêkê de ji bo ekîba mîhrîcanê spas kir û got ew gelekî bextewar e. 
 
Mîhrîcanê di 31'ê Gulanê de bi merasîma vekirinê dest pê kir. 66 filîm hatin pêşandan. 
 
Ji gelek cihên cîhanê derhênerên jin di vê mîhrîcanê de cihê xwe girtin.