Ji zarokên Efrînê strana 'Perperîk'

  • 10:13 6 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Zarokan a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê klîbeke nû ya bi navê ‘Perperîk’ derxist.
 
Stran ji aliyê Koma Zarokan a girêdayî Tevgera Hîlal Zêrîn a hêrema Efrînê ve hatiye gotin, awazên wê jî hunermend Ferhad Elûş çêkirine. Derhênera klîbê jî Ronahî Şêxo ye. Kom ji 30 zarokan pêk tê.
 
Ji 21'ê Adara 2022'yan de dest bi amadekirina stran û klîbê hatiye kirin. Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê, xebat hatibûn rawestandin. Lê piştre di 14'ê Gulana 2023'yan de amadekariyên klîbê dewam kirin û kişandina wê bi dawî bû. Montaja wê jî di 1'ê Hezîranê de qediya.
 
Klîb li gundê Til Sosîn, navçeya Ehdas û Kampa Serdem ên kantona Şehbayê hatine kişandin.
 
Gotinên stranê li ser zarokan û têkiliya wan a bi xwezayê re ye. Tê payîn ku klîb li ser tevlevîzyonên kurdî û malpera Hîlala Zêrîn bê weşandin.