Ji Hîlala Zêrîn strana ‘Jin im jiyan im’

  • 18:28 29 Adar 2023
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN-Hîlal Zêrîn ya Herêma Efrînê klîba ‘Jin im jiyan im’ ya ku têkiliya jinê ya bi xwezayê re vedibêje kişand.
 
Stran ji aliyên rêveberiya Koma Şehîd Hêva ya Hîlal Zêrîn Zîlan Sîdo ve hatiye çêkirin. Her wiha derhênera klîbê jî Şêrîn Xelîl e. Zîlan Hesen destnîşan kir ku stran girêdana jinan bi xwezayê re û berxwedana wan di jiyanê de rave dike. 
 
Zîlanê da zanîn ku stran dê li televizyonê û malparan were weşandin û eşkere kir ku vê stranê diyarî tevahî jinên azadîxwaz dike.