'Evîna Kurd' 2’yê Nîsanê dest pê dike

  • 11:21 24 Adar 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ronahî TV di 2'yê nîsanê de yekemîn xeleka rêzefîlma 'Evîna Kurd' pêşkêş dike.
 
Rêzefîlma ‘Evîna Kurd’ ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava ve tê amadekirin. Rêzefîlm ji 15 xelekan pêk tê û balê dikişîne ser salên di navbera 2017-2018'an de, piştî 6 salên ji destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê.
 
Li gorî rêveberiya Ronahî TV’yê, dê rêzefîlm ji 2'yê nîsanê ve saeta di 22:00'an de bi dema Rojava, were pêşandan.