'Evîna Kurd' 2’yê Nîsanê dest pê dike 2023-03-24 11:21:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Ronahî TV di 2'yê nîsanê de yekemîn xeleka rêzefîlma 'Evîna Kurd' pêşkêş dike.   Rêzefîlma ‘Evîna Kurd’ ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava ve tê amadekirin. Rêzefîlm ji 15 xelekan pêk tê û balê dikişîne ser salên di navbera 2017-2018'an de, piştî 6 salên ji destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê.   Li gorî rêveberiya Ronahî TV’yê, dê rêzefîlm ji 2'yê nîsanê ve saeta di 22:00'an de bi dema Rojava, were pêşandan.