Pêşbirka wêneyan a 'Bi Çavên Te Welat' dest pê kir

  • 20:58 13 Adar 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşbirka wêneyan a bi navê “Bi Çavên Te Welat” a bi pêşengiya jinên ciwan ên Kurd ên li Ewropayê dest pê kir.
 
Pêşbirka “Bi Çavên Te Welat” bi pêşengiya komek jinên ciwan ên Kurd li Ewropayê dest pê kir. Wênesaza Kurd Asli Fîlîz, Berîvan Dogan û wênesaza Afgan Leila Moussa di pêbirkê de wekî jûrî cih girtin. Mijara pêşbirkê hezkirin û dilsoziya bi welat re ye, wêne, kolaj û wêne dikarin ji navnîşana fermî ya E-Mail (bicavente.w@proton.me) ya pêşbirkê an jî ji rûpela Instagramê (bicavente_welat) re werin şandin.
 
Di daxuyaniya Komîteya Amadekar a pêşbirkê de ev tişt hatin gotin: “Huner rê li ber cîhaneke nû vedike, ber bi cîhana hestan û cîhana ramanê ve diçe. Cîhana hestiyar a jinê xwedî kûrahiyeke bêhempa ye. Her kes hestên xwe bi awayekî cuda îfade dike. Di vê dema ku em tê de ne dengê jinên Kurdistanê belav dibe. Jinên Kurd di warê leşkerî û çandî, ziman û hunerî de parêzvanê Kurdistanê ne! Lê dîsa jî Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye. Ji ber vê yekê girînge ku em hestên xwe yên li hember Kurdistanê ragihînin û ew jî nîşana hêza me ye. Îfadekirina welatparêziyê jî çalakiyek e.”
 
Ji bo beşdarbûna pêşbirkê divê navê wêneyê û agahiyên kesê ku berhem afirandiye were dîtin.
 
Piştî ku wêne di pêşbirkê de serketî hat diyarkirin, hemû berhemên ku beşdarî pêşbirkê dibin dê di pêşangeheke wêneyan de bên nîşandan.