Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 8’emîn didome

  • 13:53 2 Adar 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 8’emîn a bi dirûşma “Bi çanda Jin, Jiyan, Azadî em ê hunera şoreşê birêsin” li Qamişloyê dest pê kir didome. Di mîhrîcanê de jinan hunera xwe pêşkêş kirin. Jinan helbest xwendin, şano li dar xistin û peyama berdewamiya hunerê ya bi destên jinan dan. 
 
Bi dirûşma “Bi çanda Jin, Jiyan, Azadî em ê hunera şoreşê birêsin” Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 8’emîn, duh (1'ê Adarê) ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hat lidarxistin. Mîhrîcan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişloyê di roja duyemîn û dawîn de dewam dike.
 
100 jinên Kurd, Ereb û Suryan ên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berhemên xwe beşdarî mîhrîcanê bûne. Di mîhrîcanê de her wiha helbest tên xwendin, şano û fîlm tên pêşandan.
 
Li gor nûçeya ANHA'yê 42 tabloyên bi destê 25 jinan ku piraniya wan jinên ciwan in, hatine xêzkirin, tên pêşandan. Şêwekara bi navê Lîloz Resûl (22) ku ev cara duyemîn e beşdarî mîhrîcanê dibe, diyar kir ku wê di sala 2020'î de dest bi şêwekariyê kiriye.
 
Lîloz di tabloyên xwe balê dikişîne ser hestên jinan û dibêje: “Dixwazim hêz û xweşikbûna jinan bidim nîşandan.”
 
Robîn Omer (22) jî cara yekemîn e tabloyên xwe di mîhrîcanê de pêşkêş dike. Robîn ji 2016'an de wek behre dest bi şêwekariyê kiriye û tabloyên wê li ser hêvî û îradeya jinan û tesewira jin ji hêviyê re ne.
 
15 jinên din jî bi berhemên karê destan beşdar bûne.  Zikra Resûl (40) ku yek ji wan jinan e, bi darikê zil selik û tiştên din çêdike. Zikra destnîşan kir ku ji biçûkaniyê de meraqa wê li ser karê destatan heye. Wê destpêkê li ser cawan tişt neqişandine, dûre jî li sûf vegeriyaye.
 
Zikra diyar kir ku ew cureyên darikan li herêmê nayên peydakirin, loma ew wan ji Şamê tîne û got: “Karên bi destan tên kirin, xweşiktir in.”
 
Di mîhrîcanê de Melek Abdullah a 12 salî ku ew jî bi berhemên xwe beşdar bûye, balê dikişîne. Melekê nû dest bi çêkirina gardenî û bazinên ji morîkan kiriye.