Jinên Kirmanckî fêr dibin: Divê bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn

  • 09:02 19 Sibat 2023
  • Çand û Huner
 
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Jinên li atolya kirmanckî ya DAD’ê perwerda zimanê dayikê dibînin diyar kirin ku kirmanckî bi xetera tunebûnê re hatiye rû hev û divê perwerda bi zimanê dayikê li dibistanan bê dayîn.
 
Şaxa Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) ya Îzmîrê sala borî atolya ziman da destpêkirin û îsal jî ji nûve da destpêkirin. Jinan diyar kirin ku kursa zaravayê kurdî ya kirmanckî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê gelek bi bandore û bi taybet divê kurdên elewî li zimanê xwe xwedî derkevin û kursên ziman zêde bibin.
 
‘Windabûna ziman tê wateya windabûna çandê’ 
 
Hevseroka şaxa DAD a Îzmîrê Nebahat Çelîk da zanîn ku sedema destpêkirina taolyayan eve ku zimanê kirmanckî bê jiyîn û got çand û ziman nav hev de ye, windabûna ziman tê wateya windabûna çandê. Nebahatê wiha dirêjî dayê: “Li dibistanan wek dersa hilbijarte dersên kurmanci û kirmanckî tên dayîn. Lê ev jî parçeyek polîtîka asîmîlasyonê ye. Zimanê hilbijarte yê heftene wê çiqas bidome. Me ev atolme bi armanca pêşî girtina asîmîlasyonê da destpêkirin. Ev kurs jî têr nakin. Divê perwerda zimanê dayikê hebe. Divê wek dersa hilbijarte neyê dayîn.”
 
‘Divê kurdên elewî xwedî li zimanê xwe derkevin’
 
Nebahatê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Divê ziman li her derê bê axaftin. Divê kurdên elewî xwedî li vê derkevin. Belkî atolye tenê bi bandor nîne. Me ev atolye da destpêkirin lê divê saziyên din jî bidin destpêkirin. Divê bi zimanê dayikê perwerde hebe. Berovajî vê jî kirmanckî bi xetera tunebûnê re rû bi rû ye. Îbadetên me jî tên asîmîlekirin. Divê Elewî bi zimanên xwe îbadetê bikin.”
 
Ji bo jin û ciwanan bang
 
Nebahatê dawiya axaftina xwe de bang li hemû jin û ciwanan kir û wiha bidawî kir: “Divê kursên ziman zêde bibin. Ger em xwedî li vê dernekevin wê winda bibe û biçe. Windabûna ziman tê wateya windabûna me. Em her yekşem navbera 3 û 5’an de atolya ziman dikin. Wê berdewama wê jî hebe.” 
 
‘Em bi zimanê xwe perwerdê bibînin’
 
Fadîme Ozdag Dapakli ku xwendekara atolya zimane jî destnîşan kir ku zimanê xwe li malê diaxive û fêrî zarokên xwe jî dike, lê ev têr nakin. Fadîmeyê nêrîna xwe wiha anî ziman: “Divê kurs bên zêdekirin. Divê zarokên me bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Ez dixwazim ku her kes bi zimanê xwe perwerdê bibîne. Bi zimanê dayikê perwerde nayê dîtin. Ez biqasî xwe îfade dikim ziman dizanim. Hema vedigerim Tirkî. Ji ber em ji erdnîgariya xwe qut bûn, me ziman ji bîr kir.”
 
‘Em neçarî koçberiyê kirin’
 
Fadîmeyê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku heta 7 salî qet tirkî nizanibû û wiha bidawî kir: “Ez çûm dibistanê min Tirkî fêr kir. Bi lêdanê Tirkî fêr kirin. Gotin zazakî axaftin qedexeye. Lê zimanê me zazakî bû û tu kesî tirkî nizanibû. Me wisa perwerde dît. Me gelek zext dîtin. Em neçarî koçberiyê kirin. Kal û pîrên me jî vê zextê tirsiyan. Neçar man li malê xwe tirkî baixivin. Zimanê xwe jibîrkirin.”