'Li dijî zextan Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek hêviyê dide'

  • 09:01 31 Çile 2023
  • Çand û Huner
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Fatma Gîzleyîcî bal kişand ser girîngiya ziman û çanda kurdî û got, "Ziman û çand nasnameya gela ye. Divê kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkeivn. Li dijî zetan kmeleya me hêviyê dide gel."
 
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek di sala 2018’an de bi armanca perwerdehiya zimanê Kurdî û pêşxistina çand û hunera Kurdî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate damêzrandin. Komeleyê berî bi 3 mehan piştî ku kongreya xwe ya asayî pêk anî ji bo serdema nû dest bi xebatan kir.  Komeleya ku di warê ziman, çand û wêjeyê de perwerdeyê dide ji aliyê gel ve jî eleqeyeke mezin dibîne.
 
Hevseroka Komeleyê Fatma Gîzleyîcî derheqê xebatên xwe yên li  komeleyê de axivî.
 
‘Me di demekê kin de xebatên xwe mezin kirin’
 
Fatma, diyar kir ku avakirina komeleyê ji bo gelê Botanê di aliyê parastina çand û ziman de girîng e û got: “Berî bi 3 mehan me kongreya xwe pêk anî û dest bi xebatên xwe kirin. Di roja ewil de me gelek xebat û proje dabûn pêşiya xwe û em xebatên xwe didomînin. Di demekê kin de komeleya me xebatên xwe yên li ser çand û zimanê mezin kirin. Xwedî derketinek mezin ji bo komeleyê ji aliyê gel ve heye.  Demek bû ji ber pêvajoya heyî, zext û êrîşan xebaten çand û ziman qels mabûn. Lê me bi saya komeleyê dît ku çiqas pêdivî bi xbetên li ser ziman û çandê heye.”
 
‘Bal û eleqeyek mezin ji bo komeleyê heye’
 
Fatma, destnîşan kir ku ji bo komeleyê gelek serlêdan hene û got: “Me polê xwe ava kirin û gelek serlêdanên ji bo perwerdeya bi kurdî hatin kirin. Ji xeynî perwerdehiyê jî çûn û hatina li komeleyê gelek zêde ye û ew jî eleqe û bala li ser komeleyê nîşanî me dide.  Perwerdehiya me ya di polên asta yekemîn a ziman de qediya û niha di asta duyemîn de perwerdehî berdewam dike. Di her polekê de nêzî 15 xwendevanan hene. Aliyê çandê de jî xebatên me didomin. Em ji bo, gîtar, erbane, govend û dengbêjiyê jî perwerdê didin. Ji bo van beşan jî gelek serlêdan hatine kirin û perwerdehiya me ji bo van beşan jî dest pê kiriye. Em heftê du rojan perwerdê ji bo van beşan didin û em dixwazin li ser dengbêjîyê zêdetir bisekinin. Di demên pêş de em armanc dikin ku mala degbêjan vekin.  Em bi hêviya ku xebatên xwe zêdetir bikin dixebitin.”
 
‘Tu astengî nikare ziman û çanda me qedexe bike’
 
Fatma, bilêv kir ku li dijî zext û êrîşên li ser  zimanê komeleya wan hêviyê dide gel û wiha pêde çû: “Gelek caran li dijî ziman û çandê zext û êrîş tên kirin. Li dijî van êrîş û zextan komeleyên çand û ziman hêviyê didin. Ji ber ku li meclîs, dibistan û hemû» sazî û dezgehên dewletê zimanê kurdî qedexe ye. Li dijî  van zetan armanca me şiyarkirina gel e. Ji eleqeya li hemberî komeleyê tê xuyakirin ku tu astengî nikare pêşiya daxwaza gel a ji bo çand û ziman bigire. 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî jî nêz dibe. Em dixwazin berîya wê rojê bi xebatên xwe yên cûr bicûr ku bikin balê bikişînin ser mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî û girîngiya ziman. Gelê Kurd bi salan e ji bo ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi dest bixe têdikoşinê dide. Ji ber wê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ji bo me girîng e. Divê hemû dezgehên ziman û çandê li ser vê rojê bisekinin û xebatên xwe di vî warî de zêdetir bikin. Em ê xebatên xwe xurt bikin”
 
‘Em ê xwedî li nasnameya xwe derbikevin’
 
Fatma, di dawiya axaftina xwe de ji bo xwedîderketina li çand û ziman ev bang kir: “Divê her malbat mala xwe bike dibistan. Bila malbatên me zarokên xwe bînin komeleyê ku zarokên wan kurdî hîn bibin û ew jî zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin. Xwedî derketina li ziman girîng e. Ziman û çand nasnameya gela ye. Em ê ji bo gelên xwe xebatên bi vî rengî xurttir bikn. Xwedî li nasnameya xwe derkevin.”