Ji Leyla Guven û girtiyên jin re kovara ‘Tevn’

  • 09:03 22 Kanûn 2021
  • Çand û Huner
AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ya girtiye û  girtiyên jin yên ligel wê bi hev re kovara kurdî ya bi navê ‘Tevn’ derxistin.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û 7 girtiyên din yên jin yên li girtîgeha jinan a Xerpêtê girtî ne kovara kurdî ya bi navê Tevn’ derxistin. Di kovara hat derxistin de nivîsên bi destan hatine nivîsin û wêneyên ku jinan xêz kirine cih girtin.
 
Di kovara ku jinan bi kurdî derxistin de, bi taybet li ser zimanê dayikê, girîngiya parastina cewherî ya jinan, têkoşîna dayikên kurd û Dayikên Aştiyê  û her wiha gelek mijarên der barê kurdan de cih digirin. Di beşa dawî ya kovarê de jî xaçepirseke ku navê 12 mehan di nav xwe de dihewîne cih digire.
 
Di kovarê de wêneyên girtiya bi navê Berîtan Anahtar renginiyek daye kovarê kiriye û gelek balê dikşîne. 
 
Girtiyên kovar derxistine navên wan wihane:Leyla Guven, Berîtan Anahtar, Remeziye Yaşar, Necmiye Boz, Emîne Erkan, Mîhrîban Şorlî, Dîlan Aydin, Mizgîn Ozatîz.
 
Kovar ji aliyê Payîz Pirtûkê de dertê pêşberî xwendevanan.