Kurdistan Zendî: Pîlegirtina li ser navê welatê xwe dê min bêhtir serbilind bike

  • 09:01 18 Kanûn 2021
  • Çand û Huner
 
Medya Uren
 
AMED - Werzîşvan Kurdistan Zendî ya ji ber zextên rejîma Îranê koçî Tirkiyeyê kiriye û di asta cîhanî de 2 caran pîleya yekemîn a di qada werzîşê de girtiye dixwaze ji bo pêşerojê bigihêje astek bilindtir. Kurdistan da zanîn ku li hemberî wê astengiya penabertiyê heye û pêwîst e bi wesîleya werzîşa aştiyane ji wê re derfet werin afirandin.
 
Kurdistan Zendî ya 13 salî, ji ber zextên Rejîma Îranê ya li ser malbata wê dihat kirin neçar dibin ku koçî Tirkiyeyê bibin. Kurdistan li Tirkiyeyê di asta werzîşê ya beşa Kung Fuyê de bi perwerdeya ku ji bavê xwe Ebbas Zendî digire serkeftinên mezin bi dest dixe. Di asta navneteweyî de 2 caran pîleya yekemîn digire. Lê belê ji ber rewşa penabertiyê Kurdistan nikare derkeve derveyî Tirkiyeyê û li wir beşdarî pêşbirkên navneteweyî bibe. Kurdistan dixwaze ev astengî were rakirin û ji bo cîhanek aştiyane werzîşa xwe bike. Her wiha navê Kurdistanê jî li Tirkiyeyê wekî Kardestan ketiye qeydan. 
 
Bi koçberiyê re çavên xwe vedike
 
Kurdistan Zendî li bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik dibe. Bavê wê Ebbas (Şoreş) Zendî jî di beşên werzîş, nivîskarî û şêwekariyê de bi awayekî pispor dixebitî. Mamostetiya werzîşê dike, pêşengehên wêneyan vedike û di gelek pirtûkên weke "Demsal, Xweda li ku ye, Segê Reş û Şivan, Mişk û Pişî" û weke din dinivîse. Ango perwerdeya ku dida jî bi zimanê Kurdî dida. Lewra  Rejîma Îranê ya ku li ser Rojhilatê Kurdistanê desthilatdariya xwe dide meşandin weke gelek kurdên din dest dirêjî jiyana malbata Zendî jî dike. Sedemên vê perwerdeya zimanê Kurdî, hunermendî û nivîskariya kurdî bû.  Abbas bi caran tê girtin û di îşkenceyên giran ên rejîmê de derbas dibe. Herî dawî dikevin ferqê ku jiyana wan di metirsiyê de ye û koçî Tirkiyeyê dibin. Di serî de penaberê Stenbolê ne û ji wir jî tên bajarê Manîsayê.
 
Bi penaberiyê re jî pirsgirêk dewam dikin
 
Dema ku malbata Kurdistan penaber dibe ew hîna zarok e û bi rêwitiyê re çavên xwe li jiyanê vedike. Mixabin pirsgirêkên ku dijîn bi vê yekê re sînordar namîne. Kurdistan ji ber navê xwe û penabertiyê jî rastî astengiyên mezin tê. Li Manîsayê bi zimanekî biyanî dest bi dibistanê dike. Hevalên wê çênabin, lê belê di dibistanê de her tim bi serkeftinên ku bi dest dixe balê dikişîne ser xwe. Ji ber navê xwe tê dûrxistin an jî navê wê şaş tê gotin lê ew tucarî ji navê xwe aciz nabe, li dijî wê bi hezkirin navê xwe dibêje. Hîna di wan çaxan de jî bêhtir xwe dide werzîş û dibistanê. Bi armancên mezin moral dide xwe û xelatên mezin bi dest dixe.
 
Bi xelatên navneteweyî serkeftinên xwe mezintir dike
 
Kurdistan heta niha di beşa werzîşê ya Kung Fuyê de gelek xelat girtiye. Di asta cîhanî de 2 xelatên zêr û di asta pêşketina Kung Fuyê de jî du car pîleya yekemîn distîne. Li Manîsayê jî 3 xelatan digire. Her wiha ji bo pêşbirkên navneteweyî yên li Bûlgarîstanê hatine destpêkirin de jî daxwaz dikin ku Kurdistan jî beşdar bibe. Lewra ji ber rewşa penabertiyê ew nikarin derkevin derveyî Tirkiyeyê û beşdarî pêşbirkan bibin. Ev jî li hemberî Kurdistan dibe astengek mezin.
 
'Pîlegirtina li ser navê welatê xwe dê min bêhtir serbilind bike'
 
Kurdistan têkildarî werzîş û armancên xwe ev gotin kir:"Ez jî dixwazim ji bo aştiyek cîhanî di beşa werzîşê de li ser navê welatê xwe pîleyê bigirim. Werzîş min pir şa dike ku ez xwe pê azad dibînim. Pîlegirtina li ser navê welatê xwe dê min bêhtir serbilind bike. Ez hêvî dikim ku derfet bêhtir werin dayîn ku em bikaribin xwe pêşdetir bibin. Ez dixwazim di beşa werzîşê de asta xwe bilintir bikim û bibim yek ji werzîşvanên herî pêşketî. Ez hemû kurdan silav dikim û hêviya min ew e ku di demên azad de kar û xebatên xwe bidim meşandin û navê xwe bi awayekî azad bikaribim bêjim."
 
'Bila hemû zarok bi azadî perwerdeyê bibînin'
 
Bavê Kurdistan Ebbas Zendî ku di heman demê de mamostetiya wê dike dibêje Kurdistan rastî astengiyan tê û pêwîst e hemû zarok bi awayekî azad werzîşê bikin.  Ebbas wiha diyar kir: "Armanca werzîşê aştiya navneteweyî ye û pêwîst e hemû zarok xwediyê mafên beşdarbûna çalakiyan bin. Dil dixwaze ku ez gelek zarokan weke Kurdistan perwerde bikim û bigihînim astên bilind."