MED-DER li Sûrê ji bo zarokan şahiyek li dar xist

  • 16:39 19 Mijdar 2021
  • Çand û Huner
AMED - MED-DER, bi hevkariya Komeleya Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, li Sûra Amedê ji bo zarokan şahiyek li dar xist. 
 
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) bi hevkariya Komeleya Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, li parka Anzele yê Sûra Amedê ji bo zarokan şahiyek li dar xist. Di destpêkê de mamoste û rêveberên MED-DER ê ligel hunermendên komeleya çandê re heya taxa Melîkahmetê bi stranan meşiyan.
 
Zarok, mamoste û rêveberên MED-DER'ê bi hev re xelekek avakirin û bi hev re stran gotin. Di şahiyê de tîpên kurdî hînê zarokan kirin. Ji bo zarok hînê kurdî bibin jî seta pirtûkan a perwerdê hatin belavkirin. 
 
Piştre Navenda Çandê ya Dîcle Firatê rîtmên xwezayî hînê zarokan kirin û bi hev re wêne xêz kirin. 
 
Şahiya zarokan bi gotina strana “Zimanê Kurdî” bi dawî bû.