MED-DER li Sûrê ji bo zarokan şahiyek li dar xist 2021-11-19 16:39:25   AMED - MED-DER, bi hevkariya Komeleya Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, li Sûra Amedê ji bo zarokan şahiyek li dar xist.    Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) bi hevkariya Komeleya Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, li parka Anzele yê Sûra Amedê ji bo zarokan şahiyek li dar xist. Di destpêkê de mamoste û rêveberên MED-DER ê ligel hunermendên komeleya çandê re heya taxa Melîkahmetê bi stranan meşiyan.   Zarok, mamoste û rêveberên MED-DER'ê bi hev re xelekek avakirin û bi hev re stran gotin. Di şahiyê de tîpên kurdî hînê zarokan kirin. Ji bo zarok hînê kurdî bibin jî seta pirtûkan a perwerdê hatin belavkirin.    Piştre Navenda Çandê ya Dîcle Firatê rîtmên xwezayî hînê zarokan kirin û bi hev re wêne xêz kirin.    Şahiya zarokan bi gotina strana “Zimanê Kurdî” bi dawî bû.