Mîhrîcana berhemên destan

  • 11:59 15 Mijdar 2021
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Germiyan bi dehan jin tevlî Mîhrîcana Bazarkirinê bûn û berhemên xwe nîşandan.
 
Di 11’ê mijdarê de bi tevlîbûna nêzî 200 fîrma, navend û firoşgehan li Herêma Germiyan 2'yemîn Mîhrîcana Bazarkirinê hate vekirin.
 
Di mîhrîcanê de tevî kel û pelên cûda, cil û bergan jî bi dehan cûrên xwarinên kurdewarî jî hatin nîşandan. Bi dehan jin bi berhemên xwe yên dest, çandî û hûnerî tevlî mîhrîcanê bûn. Festîval îro heya êvarî dewam dike û bi dawî dibe.
 
Berhemên jinan piraniya xwe ji cil û bergên kurdî û gelek kel û pelên din pêk dihat. Berhemên destê jinan rastî eleqeyek mezin hat. Weke ku jin dibêjin, armanca tevlîbûna wan ya ji mîhrîcanê, zindîkirina çanda kurdî ye.