Mîhrîcana berhemên destan 2021-11-15 11:59:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Germiyan bi dehan jin tevlî Mîhrîcana Bazarkirinê bûn û berhemên xwe nîşandan.   Di 11’ê mijdarê de bi tevlîbûna nêzî 200 fîrma, navend û firoşgehan li Herêma Germiyan 2'yemîn Mîhrîcana Bazarkirinê hate vekirin.   Di mîhrîcanê de tevî kel û pelên cûda, cil û bergan jî bi dehan cûrên xwarinên kurdewarî jî hatin nîşandan. Bi dehan jin bi berhemên xwe yên dest, çandî û hûnerî tevlî mîhrîcanê bûn. Festîval îro heya êvarî dewam dike û bi dawî dibe.   Berhemên jinan piraniya xwe ji cil û bergên kurdî û gelek kel û pelên din pêk dihat. Berhemên destê jinan rastî eleqeyek mezin hat. Weke ku jin dibêjin, armanca tevlîbûna wan ya ji mîhrîcanê, zindîkirina çanda kurdî ye.