Zarok Ma li Kadîfekaleyê zarokan tîne gel hevdû

  • 09:08 4 Mijdar 2021
  • Çand û Huner
 
ÎZMÎR - Ji ekîba Zarok Ma ya li Kadîfekaleyê ji zarokan pêk tê, Evîn Tîryakî destnîşan kir ku wê bi zarokan re her tim bên gel hev û hedefa wan ev e ku li Îzmîr, Wan, Stenbol û Mêrdînê şaxê vebikin.
 
Zarok Ma di meha tîrmehê de li Amedê ji bo perwerda muzîkê bide zarokan hat vekirin. Zarok Ma bajar bi bajar digere û bi zarokan re tê gel hev. Ji ekîba Zarok Ma, hîndekar di 31’ê cotmehê de li Kadîfekale ya Îzmîrê bi zarokan re hatin gel hev. Mamosteya piyanoyê Evîn Tîryakî ku bi ekîbê re hat Îzmîrê  got wê bernameyên xwe li Wan û Mêrdînê bidomînin.
 
Fêrbûna stranek kurdî tenê cudahiyê diafirîne
 
Evin ku di Zarok Ma ya di bin Ma Muzîk Center de xebatan dimeşîne de, dersa piyanoyê die zarokan diyar kir ku wek Zarok Ma li Kadîfekaleyê bi zarokan re atolyeyên wêne û muzîkê kirine û wiha pê de çû: “Li Îzmîrê zarokên kurd stranek kurdî jî fêr bibin ji bo wan cudahiyê diafirîne. Li Îzmîrê wê Navenda Çanda Mezopotamya bê vekirin. Xebatên me ji bo zarokan wê li vir bidome. Eleqeya zarokan zêde ye. Nêzî 30 zarokî tevlî bûn. Naxwazin em biçin. Em jî dixwazin dîsa bên.”
 
Projeya Zarok Ma
 
Evînê dawiya axaftina xwe de balkişand ser hedefên Zarok Ma û got dixwazin ligel Îzmîrê li Stenbol, Wan û Mêrdînê jî Ma Musîc Center vebikin û wiha dawî lê anî: “li Amedê Zarok Ma heye. Em dixwazin her kes zarokên xwe bîne. Zarokên me kursiyerên me gelek zêde ne. Kes bi çand û ziman mezin abe. Li dijî vê em dixwazin zarok bi çand û zimanê xwe mezin bibe. Mafê her kesî ji bo vê heye.”