Hejmara duyemîn a Destarê derket

  • 10:44 3 Mijdar 2021
  • Çand û Huner
 
AMED - Hejmara duyemîn a kovara wêjeyî Destar a ji sê mehan carekê tê weşandin derket. 
 
Kovara Destar ku wek weşana Enstituya Kurdî ya Amedê, bi dirûşma ‘Destarê kurd-î hûr dihêre’ demsalî (sê mehan carekê) tê weşandin, piştî hejmara wê ya havînê hejmara wê payîzê jî hat weşandin. Hejmara wê ya yekemîn eleqeyeke mezin dîtibû; çapa yekem xelas bûbû û ji ber eleqeya zêde çapa duyem jî hatibû çapkirin û di demeke kin de ew jî bi dawî bûbû. Hejmara duyem jî bi konsepta xwe ya xweser, nivîsên xwedî naverok û mijarên dewlemend, cihêreng û têr û tijî yên bi dehan nivîskaran wek hejmara demsala payîzê  hat çapkirin. Kovar bi tevlîbûna edîtor, sererastker û nivîskarên nû hê xurtir bûye.  
 
Nivîsên cur bi cur ên wêjeyî yên bi zaravayên kurdî
 
Kovara Destar, di heman demê de bi armanca pêşxistina wêjeya kurdî ya hevgir û tevgir a li her çar parçeyên Kurdistanê dest bi weşanê kiribû. Li gor vê armanca dîrokî, di naveroka hejmara duyemîn de jî nivîsên cur bi cur ên wêjeyî yên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî cih digirin. Di kovarê de tê diyarkirin ku di hejmarên pêş de dê zaravayê hewramî jî cih bigire. Bi vê armancê, di bergê pêşîn ê vê hejmara kovarê de heman sernav bi kurmancî, “wêje ronahî ye”, bi kirmanckî, “edebiyat roşnayî ya”, bi soranî “wêje rûnakîye”, bi hewramî “edeb roşnaîye” cih girtiye. 
 
Çavkaniya binhehîn a wêjeyê jin in 
 
Di hejmara duyemîn a kovarê ku ji 240 rûpelan pêk tê de bi dehan nivîs cih digirin. Di beşa destarê kurmancî de; li gel destarê lêkolîn-vekolîn, nirxandin û dahûrandinên teorik-ramanî-akademîk-zanyarî û rexneyî yên wêjeyî; bi mijarên dengbêjî, destan, gotinên pêşiyan û lorîkan, destarê wêjeya devkî jî hatiye gerandin û hêrandin. Her wiha li gel destarên wek roman, çîrok, ceribandin, bîranîn, helbest, kovargeriya kurdî, wêjeya cîhanê û wergerê, destarê kirmanckî û soranî jî wek du beşên bingehîn bi mijarên dewlemend ên cuda hatine gerandin û hêrandin… Bi taybetî lêkolîn-vekolîn, nirxandin û dahûrandinên ramanî û teorik ên derbarê mijarên wêjeyê û wêjeya kurdî de, hişmendiya wêjeyî ya gelemperî ya ku heta niha serwer bû, ji nîqaşê re vedike û hişmendiyeke nû ya wêjeyê pêş dixe. Li gel hişmendiya wêjeya jineolojîk a di kovarê de, nivîsên nivîskarên jin jî bi naveroka xwe, careke din radixin ber çavan ku pêşenga sereke û çavkaniya binhehîn a wêjeyê jin in.  
 
Destarê me her digere û hûr dihêre
 
Kovar, di sernivîsa xwe ya “Destarê Kurd-î Fireh Geriya û Hûr Hêra” de diyar dike ku ew ê hewl bidin li dijî hişmendiya wêjeya hemû modernîteyên deshilatdar ên xweperest û nêrza, bi taybetî jî hemû ferasetên xelet ên wêjeya ‘modernîst’ û ‘postmodernîst’  ku  çavkaniya xwe ji  modernîteya kapîtalîst digirin dê wêjeya xwebûnî û gerdûnî ya modernîteya demokratik bi pêş bixin. Di nivîsa li ser navê Destarê de ev yek wiha hatiye aşkerakirin: “Dem dema hê firehgerandin û hûrhêrandina Destarê wêjeya kurd-î ya xwebûnî û gerdûnî ye. Em ê nebin diranên çerxa yên ‘ne ji me’, em ê her û her bibin ‘Destargerên xwe.’ Em ê wisa tev bigerin herkes dê bibîne ku Destarê me her digere û hûr dihêre."