Şanoya Bajêr a Amedê dê di mijdarê de 5 lîstikan pêşkêş bike

  • 12:13 31 Cotmeh 2021
  • Çand û Huner
 
AMED - Şanoya Bajêr a Amedê dê di mijdarê de bi 5 lîstikên cuda derkeve pêşberî temaşevanan. 
 
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha mijdarê eşkere kir. Dê di meha mijdarê de lîstika Hema Hema Jîn Elizabeth a derhêneriya wê Berfîn Emekdar dike dê lîstika Serbaz a ji aliyê Tartuffe Hristo Boyçev ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Ruknettin Gun dike, lîstika Delibo ya derhêneriya wê  Orçun Ural dike û lîstikên bi mijarên li ser çîroka bi navê 5 Sevim Apartmani (Avahiya 5 Sevim) ya ji aliyê Mine Sogut ve hatiye nivîsandin bên pêşkêşkirin. 
 
Dîroka pêşkêşkirina lîstikan wiha ye:"Tartuffe 5-6'ê Mijdarê, Hema Hema Jîn Elîzabeth 11-19-20-26-27'ê Mijdarê, Serbaz 13-14'ê Mijdarê, Delibo 17'ê Mijdarê, 5 Sevim Apartmani (Avahiya 5 Sevim) 18'ê Mijdarê."