Li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya mamosteyan didome

  • 14:07 27 Cotmeh 2021
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Mamostayên bi peyman ên navçeya Pênciwên, rêya sereke ya Pênciwên û Silêmaniyê ji trafîkê re girtin. Mamostayan xwestin ew neyên ji bîr kirin û werin tayînkirin.
 
Li Herêma Federal a Kurdistanê nerazîbûna mamostayên bi peyman ya dijî ne tayînkirinê, dewam dike. Zêdetirî 15 roj in seranserê Herêma Federal a Kurdistanê mamosta li qada di nav çalakiyan de nin û dixwazin werin tayînkirin. Hikûmet heya niha guh nedaye daxwaza mamostayan jî.
 
Îro jî mamosta li qadan bûn, li navçeya Pênciwên ya ser bi Silêmaniyê mamostayên bi peyman rêya sereke ya di navbera Silêmanî û Pênciwênê de, li trafîkê girtin. Mamostan xwestin di demek zû de werin tayînkirin, ji ber ku ew mafê wane. 
 
Mamosta dibêjin, tevî gelek caran daxwazên xwe gihandine Wezareta Perwerdeyê, lê ti bersivek ji bo wan nehatiye dayîn. Ji bo wê jî ew neçarin dakevin kolanan û daxwaza mafê xwe bikin.