'Me xwest bi kurtefilmê tundiya li ser jinê peyamekê bide civakê'

  • 09:01 9 Kanûn 2020
  • Çand û Huner
Raperîn Bekir
 
ŞEHBA - Têkildarî kurtefilmê li ser tundiya jinê yê ji aliyê Rêveber û Endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Kampa Berxwedanê ya Şehbayê hat amadekirin jinan nêrînên xwe anîn ziman. Jinên kedeke mezin dan kurtefilmê li ser tundiya jinê wiha gotin:"Me xwest bi kurtefilmê tundiya li ser jinê peyamekê bide civakê. Pêwist e jin li dijî tundiyê serî hildin û hebûna xwe mayinde bikin."
 
Tevgera Çand û Hunerê ya Kampa Berxwedanê li Şehbayê kurtefilîmek li ser tundî û bindestiya ku li ser jin tê meşandin a bi navê"Na ji tundiyê re" ama kirin. Endamên çandê cihên xwe weke lîstikvan di filîm de girtin û bi derfetên heyî filmê xwe li Kampa Berxwedan a koçberan kişandin. Têkildarî mijarê Rêveber û Endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Kampa Berxwedanê li ser filîm axivîn.
 
'Em bi hêvî ne tundiya li ser jinê bi dawî bibe'
 
Ji Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya Kampa Berxwedanê, Dilşan Mihemed wiha got: "Me weke Tevegra Çandê xwest ku filîmekî kurt derbarê tundiya li ser jinê tê kirin, çêbikin. Di filîm de bindestî, îşkence û qetilirina jinê heye. Me xwest rastiya ku jin dijî ji gel re şîrove bikin û bidin nasîn. Piştgirî ji tu alîyan ji me re nehat dayîn, endamên çandê bi hev re bûn alîkar û cihên xwe wek lîstikvan di filîm de girtin. Di filîm de tu kes piştgiriya jina ku rastî tundiyê tê nake û êşa wê jî parve nake, tim jin bi tena xwe li ber xwe dide. Ev filîm di hundir wargehê de hat kişandin û em bi hêvî ne bi encam be û tundiya li ser jinê bi dawî bibe."
 
'Me xwest bi kurtefilmê tundiya li ser jinê peyamekê bide civakê'
 
Endama Koma Stranan, Nêrgiz Hecîko ku wek lîstikvan tevlî kurtefilîmê bûye li ser rola xwe ya di filîm de wiha axivî: "Sê sal in ku ez cihê xwe di nava çand û hunerê de digirim. Ev cara yekem e ku beşdarî filîmekî dibim û weke lîstikvan tê de dilîzim. Di filîm de min rola jina bindest lîst. Me xwest bi kurtefilmê tundiya li ser jinê peyamekê bide civakê. Pêwist e jin li dijî tundiyê serî hildin û hebûna xwe mayinde bikin."