Helbestvan Fatêxan Taşli Tûnç, pirtûka xwe ya bi navê Kezî îmze kir

  • 15:57 29 Mijdar 2020
  • Çand û Huner
AMED -  Bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd Helbestvan Fatêxan Taşli Tûnç, pirtûka xwe ya bi navê Kezî îmze kir.
 
Bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd Helbestvan Fatêxan Taşli Tûnç, pirtûka xwe ya nû bi navê Kezî îmze kir.  Çalakiya îmzeyê di çarçoveya tevdîran de hat lidarxistin û ji aliyê xwîner û nivîskaran ve hat pêşwazî kirin.
 
Helbestvan Fatêxan piştî çalakiya îmzeyê helbestên xwe ji xwîneran re xwend.