Pêşengeha wêneyan li Şehbayê dest pê kir

  • 14:10 16 Mijdar 2020
  • Çand û Huner
ŞEHBA - Bi pêşengtiya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê û Komîteya Lêkolîn û Parastina Mîrasê pêşengehek wêneyan li Şehbayê li dar xist. 
 
Komîteya Lêkolîn û Parastina Mîrasê bi sponsoriya Desteya Çand û Hunera Herêma Efrînê pêşengeha wêneyan ya bi navê 'Êş û Berxwedan' vekirin. Di pêşengehê de zêdetirî 80 wêne tên pêşkêşkirin. Wêne ji aliyê Wênekêş Remzî Qimê ve hatine amadekirin. Di wêneyan de êş, zehmetî û berxwedana gelê Efrînê di warên koçberiyê de tên nîşandan. 
 
Deriyê pêşengehê ji aliyê Hevseroka Desteya Şunwaran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed ve hate vekirin. Piştî deqeyek rizgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, ji aliyê Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Henan Sîdo pêşengeh pîroz kir û wiha got: "Gelê Efrînê di hemû şertên zehmet de biryara domandina berxwedanê dan. Bi hemû şêwazan huner û çanda xwe zindî kirin. Ev pêşengeh jî yek ji wan têkoşîna Gelê Efrînê vedibêje."
 
Paşê wênekêş Remzî Qimê pêşengeh weke tabloya berxwedana gel da nasîn.  
 
Her wiha komîna Wênexêziyê baxek ji şaxên zeytûnan diyarî Wênekêş Remzî kirin.
 
Piştre gel wêneyên ku hatine pêşkêşkirin temaşe kirin û derbarê wêneyan de Wênekêş Remzî Qimê  şirove kir.
 
Hêjayî gotinê ye ku pêşengeh wê sibehê bi dawî bibe.